Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameya ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî

Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker, nameyek ji îmzeya bi sedan kesayet û rêxistinan ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yebkûyî Antonio Guterres re şand.

Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya 17 saziyên civaka sivîl ragihandibû ku zêdetirî 300 rêxistinên sivîl, kesayetên payebilind ên ji 29 welatên li cîhanê peyamek îmze kiribû, tê de banga rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Ew yek piştî destpêkirina hemleya komkirina îmzeyan di 2′yê Kanûnê de pêk hat.

Ji bo gihandina vê xwestekê, Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyama hemleyê ya bi bang rawestandina êrişên dewleta Tirk ji sekreterê giştî yê NY′yê Antonio Guterres ‎re bi rêya emailê şand.

Navenda Dîplomasiya Civakî, Yekitiya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê, TEV-DEM, Rêxistinên Civaka Sivîl li Reqayê, Rêxistinên Civaka Sivîl li Tebqayê, Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenobiya, Rêxistina Sara ya li dijî Tundiyê, Yekitiya Ragihandina Azad, Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Zanîngeha Rojava, Tevgera Çand û Hunerê, Komîteya Şaredarî û Jîngehê li herêma Cizîrê, Komeleya Civakî ya Efrînê, Encûmena Kesk a Idlibê, Federasyona Birîndarên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêxistina Keziyên Kesk, Heyva Sor a Kurd.