Komkujiya Parîsê bi meşekî hate şermezarkirin
Şêniyên Efrîn û Şehbayê Komkujiya Duyemîn a Parîsê şermezar kirin. Her wiha diyar kirin ku dijmin bi komkujiyan nikare vîna gelê Kurd bişkîne.
Şêniyên Efrîn û Şehbayê Komkujiya Duyemîn a Parîsê şermezar kirin. Her wiha diyar kirin ku dijmin bi komkujiyan nikare vîna gelê Kurd bişkîne.
Bi pêşengiya Kongra Star, bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meşekê girseyî komkujiya duyemîn a Parîsê şermezar kirin.
Meş ji rêya gundê Maratê yê navçeya Ehdasê destpê kir û li qada gund bi dawî bû.
Di meşê de wêneyên şehîdên komkujiyê hatin hildan û dirûşmeyên "Bimire faşîst", "Berxwedan jiyan e" û "Jin, Jiyan, Azadî " hatin berzkirin.
Meş li qada gund veguherî mîtîngê. Li ser navê Kongra Star Pelçîn Efrîn axivî û got: "Kurd 45 sal in têkoşîn dikin û li ber xwe didin. Dijmin bi komkujiyan tu carî nikare vîna gel bişkîne û gel tune bike. Wê gel her tim li ser piyan bin."
Pelçîn Efrîn bang li hikumeta Parîsê kir ku sûcdaran ceza bike û Kurdan biparêze.
Her wiha li ser navê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê Ciwan Hesen axivî. Hesen diyar kir ku ne tenê Kurdên li Rojava, Kurdên li tevahî cîhanê tên hedefkirin û wiha got: "Dixwazin Kurdan di aliyê çandî, hunerî û wêjeyî de tune bikin. Di komkujiya Parîsê de hevalên me bûn armanc, em ê asta xebatên xwe yên hunerî xurt bikin."
Di dawiyê de jî li ser navê Rêveberiya Xweser a Efrînê Sibhî El Ehmed axivî û diyar kir ku sîxûrên dewleta Tirk a dagirker hewl didin çanda Kurd di şexsê her sê şehîdan de têk bibin û careke hewl didin jinan sûîqast bikin.
El Ehmed bang li hikûmeta Parîsê kir ku helwesta xwe li hember komkujiyên li dijî Kurdên li wir zelal bike û cezayên tund bide sûcdaran.
Mîtîng bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadîʹʹ û ʹʹŞehîd namirinʹʹ bi dawî bû.