Dewleta Tirk êrîş bir ser stasyoneke avê ya li Kobanê: 3 karker birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Şêxler a Jorîn ê li rojavayê Kobanê êrîşê stasyona avê kir. Di êrîşê de 3 karker birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Şêxler a Jorîn ê li rojavayê Kobanê êrîşê stasyona avê kir. Di êrîşê de 3 karker birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin dewleta Tirk a dagirker êrîşê karkerên li stasyona avê ya gundê Şêxlera Jorîn a rojavayê Kobanê kir.
Di encama êrîşê de 3 karker birîndar bûn, wesayitek hate rûxandin.
Hate ragihandin ku zirarên madî gihişt stasyona avê.
Karkerên ku di êrîşê de birîndar bûne Fadil Bazar (49), Bozan Şêx Nebî (48) û Muslim Hemo (55) rakirin nexweşxaneya Kobanê.