Dewleta Tirk roket avêt gundê Tinnibê yê Şerayê: Zarokek şehîd bû-HATE NÛKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker roket avêt gundê Tinnibê yê Şerayê. Di encamê de zarokek şehîd bû û du kesên din birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker roket avêt gundê Tinnibê yê Şerayê. Di encamê de zarokek şehîd bû û du kesên din birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker gundê Tinibê yê girêdayê navçeya Şera ya kantona Efrîn bi dijwarî bombebaran kir. Di encamê de zarokê bi navê Eseed Mihamîd (16) şehîd bû û Xalid Şêx Taha (16) û Ehmed Mihemed (18) birîndar bûn.
Ji ber bombebaranê ziyanên madî jî çêbûn.