Cenazeyên şehîd Canfeda û Zînal, li Ehrezê hatin veşartin

Cenazeyên şehîdên HRE’yê Canfeda Efrîn û Zînal Raco li navçeya Ehrez a Şehbayê bi tevlêbûna bi hezaran kesan hatin veşartin.

Şêniyên herêma Efrînê cenazeyên şervanên HRE′yê Ciwan Reşîd (Canfeda Efrîn) û Hemûdê Osman (Zînal Raco) ku di 20′ê Kanûnê de di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, ji Nexweşxaneya Avrîn a li Şehbayê wergirtin.

Karwana şehîd ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya Şehbayê ve kete rê.

Li goristanê, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Rîm Mihemed axivî û sersaxî ji her du malbatên şehîdan û şêniyên Efrînê xwest.

Rîm wiha got: "Her du şehîdan li dijî planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çek û berxwedana xwe şer kir û li dora destkeftiyên şoreşê xeleka ji agir bûn."

Rîm wiha domand: "Armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bênavber ji bo lewazkirina berxwedana me û dûrxistina me ji rizgarkirina Efrînê ye. Lê em di berxwedanê de bi israr in û dev jê bernadin."

Li aliyekî din jî hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a herêma Efrînê Silêman Cafer axivî û wiha got: "Hikumeta Şamê bi rêya ferzkirina dorpêçê li ser kantona Şehbayê hewl dide berxwedana vî gelî ku li pêş planên dewleta Tirk a dagirker disekine, lewaz bike."

Cafer di dawiyê de wiha got: "Heta rizgarkirina Efrînê em ê berxwedanê dewam bikin û têkoşîna li dijî planên dewleta Tirk bilind bikin."

Di dawiyê de endama KPC-D a herêma Efrînê Roha Kosa nasnameyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Her wiha dayikan bi tilîliyan her du cenaze veşartin.