Şêniyên Kobanê ji bo protestokirina komkujiya li Parîsê daketin qadan

Bi sedan şêniyên Kobanê ji bo protestokirina êrîşa li Parîsê meşiyan.

Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û şêniyên Herêma Firat ji bo protestokirina êrîşa li Parîsê meşek li darxistin. Girse li qada Jin a Azad li hev civiyan û heta Qada Aşitî meşiyan.

Di meşê de dirûşmeyên, “Bimre faşîzm”, “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin.

Hevserokê Desteya Çandê ya Herêma Firatê Ziyad Elî axivî. Elî anî ziman ku dewleta Tirk bi her awayî dixwaze pişaftin û helandina gelê Kurd li her derê pêk bîne û got: “Dagirkeriya Tirk ku bi hemû hêz û teknîka xwe li Herêmên Parastina Medyayê li ber vîn û berxwedaniya azadiyê têk çû, êrîşî her derê dike. Dewleta Tirk dixwaze çanda Kurd tune bike.

Em Komkujiya li Parîsê şermezar dikin. Divê civaka navnetewî helwesta xwe li hemberî faşîzmê zelal bike û bertekan nîşan bide.”

Endama Meclisa Jinan a PYD’ê Sara Xelîl jî axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk û MÎT’a xwe careke din komkujî pêk anîn û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker û MÎT’a xwe Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir hedefa xwe. Dewleta Tirk dîsa jinan kir hedef, ji ber ku ji fikra jina azad ditirse. Sara, Fîdan û Leyla bûn hedefa MÎT’a Tirk. Di civakeke ku qaşo dibêjin em demokratîk in, her tim komkujî tên kirin. Lewma divê her kes rabe ser piyan. Ji ber ku dewleta Tirk Kurdên li her derê dike hedefa xwe. Lê em ê teqez bi fikra azad a  Rêber Apo bi ser bikevin.“