‘Li cihê talan, wêrankirin û komkujî hebe, li wir mislimantî tune

Rêveberiya Saziya Ol û Bawerî ya Kobanê Ebdirehman Şewket têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî mizgeft û cihên baweriyê got, “Li cihê talan, wêrankirin û komkujî hebe, li wir mislimantî tune ye.”

Dewleta Tirk a dagirker ji 19'ê Mijdarê û heta roja îro, li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer pêk tîne, ku di encama van êrîşan de bi dehan sivîl hatin qetilkirin. Her wiha balafirên şer bêtirî 45 cihên binesazî yên girîng, bi taybetî stasyonên ceyranê û benzînê, qadên petrolê û gazê û kulînên genim kirin hedef. Her wiha nexweşxane, dibistan û mizgeft jî wêran kirin. Rêveberiya Saziya Ol û Bawerî ya Kobanê Ebdirehman Şewket têkildarî êrîşên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî.

OLÊ LI GORÎ BERJEWENDIYÊN XWE YÊN SIYASÎ BI KAR TÎNE

Ebdirehman Şewket anî ziman ku kesê misilman divê destê xwe ji xwînê dûr bixe û wiha got, “Erdogan dibêje ‘ez zilm û talan û wêrankirinê nakim’, lê ev tişta ne raste. Erdogan ola mislimantiyê xistiye berjewendiya siyaseta xwe. Di rastiyê mislimantiyê de aştî heye. Asta hovîtî, wêrankirin û talankirina ku dewleta Tirk pêk tîne, ne mûmkine mirov bi mislimantiyê ve girê bide.”

ARMANC TASFIYEKIRINA DESTKEFTIYÊN GELÊ HERÊMÊ NE

Şewket da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker terora xwe bi destê hêzên mîna DAÎŞ’ê li dijî destkeftiyên gelê herêmê pêk tîne û wiha dewam kir, “Armanc tasfiyekirina destkeftiyên netewa demokratîk e. Gelên ku li herêmê di nava aramiyê de bi ziman û rengê xwe dijîn, rastî êrîşên hovan e tên. Desteka herî mezin ê çeteyên DAÎŞ’ê dewleta Tirk e. Tu eleqeya Erdogan bi ola mislimantiyê re tune ye. Ji ber ku ew ji bo desthilatdariya xwe, êrîşê gelên azadîxwaz dike.”

DIVÊ HER KES LI DIJÎ VAN ÊRÎŞÊN HOV HIŞYAR BE

Şewket di dawiyê de jî ev tişt got, “Dewleta Tirk di bin navê mislimantiyê de dixwaze armancên xwe pêk bîne. Divê her kes li dijî van kiryarên hov hişyar be û xwedî helwest be. Qaşo tê gelê herêmê biparêze! Wê demê çima êrîşî mizgeft û cihên baweriyê dike? Gelo mislimantî ev e? Divê tevahî gel li dijî terora dewleta Tirk rabe ser piyan û têkoşîna xwe derxe asta herî bilind.”