Çalakiyên li dijî Qetlîama Parîsê ku 23’ê Kanûnê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hat kirin û 3 Kurdên aktîvîst hatin qetilkirin, berdewam in. Li Çilaxa, Tirbespiyê, Til Hemis, Til Birak û Helebê xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin. Ji bo şehîdên Parîsê li Qamişlo, Amûdê, Girkê Legê û Dêrikê konên sersaxiyê hatin danîn.
Gel li Çilaxayê, wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 9’ê Çileyê sala 2013’an hatin qetilkirin û Evîn Goyî, M. Şîrîn Aydin û Abdûrrahman Kizil ku 23’yê Kanûnê hatin qetilkirin, hildan û li kolanên navçeyê meşiya.
Endama Komîteya Aboriyê ya navçeyê ya Kongra Starê Xisûn Mihemed El-Xezal, qetlîam şermezar kir, diyar kir ku bi êrîşên wiha hemû Kurd tên armanckirin. El Xezal, banga derxistina holê ya kiryaran kir.
Li Tirbespiyê bi sedan kes li ber navenda Kongra Starê kom bûn û ber bi navendê ve meşiyan.
Li Til Hemisê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî, wêneyên şehîdên Qetlîama Parîsê hildan û qetlîam şermezar kir. Çalakî heta bi çerxerêyê dewam kir. Endamê Meclisa Malbata Şehîdan Hemze Mihemed wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker, ji bo rakirina ji holê ya projeya neteweya demokratîk dest bi tevgerandina hucreyên xwe yên veşartî li Sûriye û cîhanê kir.”
Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdehiyê ya Kongra Star Efra El Wesmî jî bang li hikûmeta Fransayê kir ku kiryaran derbixe holê û ceza bike û diyar kir ku armanca bi êrîşên wiha têkbirina projeya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Welatiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, bi meşekê Qetlîama Parîsê ya duduyan şermezar kir.
Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên şehîdan, alên Kongra Starê hatin hildan. Pankartên li ser “Komplo wê bi berxwedana gel pûç bibin” û “Terora dewleta Tirk a li dijî jinan rawestînin” nivîsandî hatin vekirin û dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin.
Meş, li ber Meclisa Şehîd Gelhat a li rojhilatê Taxa Şêxmeqsûd bi dawî bû. Eyşe Hiso ku li vir li ser navê Kongra Starê axivî, diyar kir ku qetlîama Parîsê ya duduyan jî planê dewleta Tirk a dagirker e. Eyşe Hiso destnîşan kir ku pergalên serwer bi rolê jinan dizanin, ji bo wek xeterî dibînin û lewma ji xwe re dikin armanc û wiha got: “Divê em têkoşîna xwe bi rêbazên şerê gel ê bi şoreşgerî xurt bikin.”
Li ser navê gel ku li Til Birakê hat ba hev jî daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: “Bi qetlîama duyemîn a li Parîsê qetilkirina Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan tên bîra mirov.”
EVÎNÊ JI BO KURDISTANÊ ŞER KIR
Her wiha ji bo Şehîd Evîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer û Abdûrrahaman Kizil li Qamişlo, Amûdê, Girkê Legê û Dêrikê konên sersaxiyê hatin danîn. Bi sedan kes çûn konên sersaxiyê. Konên sersaxiyê wê du rojan vekirî bin.
Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed ku çû konê sersaxiyê, bal kişand ser têkoşîna Evîn Goyî (Emîne Kara) û wiha axivî: “Gava mirov behsa Şehîd Evîn bike divê mirov li ruhê wê yê welatparêz û girêdayîbûyîna wê ya bi nirxên gelê xwe ve binihêre. Şehîd Evîn, bi salan di nav tevgera azadiyê de şer kir û cih di nav Şoreşê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de girt. Dewleta Tirk a faşîst, sala 1994’an êrîşê gundên Bakurê Kurdistanê kir, bi sedan malbatên Kurd ji malên wan kirin. Evîn ev zilm ji bîr nekir. Ji bo hilanîna tola şehîdan, Evîn tevlî nava refên şoreşa 19’ê Tîrmehê bû û di avakirina şoreşê de, di avakirina civat û konseyan û bipêşdebirina jinan de bi rolekê giring rabû.”