Li Qamişlo û Kobanê li dijî tecrîdê meş

Ciwan û gelê Qamişlo û Kobanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û meş li dar xistin.

 

Li bajarê Qamişlo û Kobanê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî meş hat hat lidarxistin.

QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Qamişloyê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan ji Çerxerêya Sonî ya Qamişloyê dest pê kir û bi hezaran pêkhateyên navçeyên Qamişloyê; Tirbespiyê, Qamişlo, Til Hemîs, Til Birak û Amûdê, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran, endamên TEV-DEM′ê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, PYD′ê, endamên Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwanan tê de amade bûn.

Xwepêşandêran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên "Bimire hêzên komploger, bijî berxwedana Îmraliyê" hildan û banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo xwepêşandan veguherî mîtîngê. Li wir hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed berxwedana pêkhateyên Qamişloyê pîroz kir û wiha got: "Careke din pêkhateyên Qamişloyê helwesta xwe îsbat kir ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nêz e. Ji ber rêxistinên çewsîner nikarin li hember agir û hêza rêxistinkirina civakê li ber xwe bidin ku ew xwe dispêrin fikir û felsefeya Rêberê mirovahiyê."

Ehmed bang li gel, ciwan û jinan kir ku têkoşînê bilind bikin da ku komployên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nû ve têk bibin. Ehmed helwesta CPT′yê, komîteyên têkildar, rêxistinên navneteweyî û bêdengiya wan li hember rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rexne kir.

Li aliyekî din jî şêxê eşîrên El Sade ên Sûriye û Iraqê, Hisên El Sade wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya hemû welatparêzerên azad ên li cîhanê dike, ji ber wê dewleta Tirk a faşîst tecrîda li dijî wî giran kiriye da ku dengê rastiyê qut bike."

El Sade wiha domand: "Dema Rêber Abdullah Ocalan hate revandin û tecrîd li dijî wî hate sepandin, tu rêxistinekê heta niha helwesta xwe ya şermezarkirinê li hember van sûcên derqanûnî neanî ziman û îro jî civata navneteweyî li hember sûcên li dijî Rêbertî bê deng e."

Xwepêşandan bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.

KOBANÊ

Endamên Komîteya Ciwanan a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê bi dirûşma "Ciwan fedaîyên Rêber Apo ne" xwepêşandanek li dar xist.

Li Elpelûrê xwepêşandan vegerî mîtîngê û li wir endama rêveber a Komîteya Ciwanan a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê Zên Ehmed daxuyaniyek xwend. Zên Ehmed got: "Rewşa tenduristî ya Rêbertî hîna nayê zanîn û armanc ji vê tecrîdê projeya me ya demokratîk têk bibin. Lê bila baş bizanin, ev proje projeya hemû pêkhateyan e, ne tenê projeya pêkhateyekê ye. Heta ku gelê herêmê xwedî li fikir û felsefeya Rêbertî derkeve hûn nikarin me têk bibin. Em li hember vê tecrîdê bê deng namînin, em ê her dem li qadan bin, bi israra xwe tecrîd bişikînin û rêberê xwe bi fîzîkî rizgar bikin."

Di dawiyê de jî hate gotin: "Xwesteka gelê li ser xaka Kurdistanê tê dikoşe, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e."

Xwepêşandan bi dirûşman bi daw bû.