32 rêxistin û partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê Komkujiya Duyemîn a Parîsê şermezar kir.
Daxuyanî wiha ye:
"Li gel rewşên ku herêm û cîhan bi tevahî tê re derbas dibe û pêwîstiya hevgirtinê ji bo pêkanîna îstîqrar û geşkirina têkoşîna demokratîk, hîna hin hêz û alî bi zimanê tundiyê ve girêdayî ne.
Êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurdan a li Parîsê pêk hatiye êrîşeke plankirî ya li dijî Kurdan û hemû hêzên demokratîk ên ji bo pêkanîna demokrasiya rast têdikoşin û hemû delîl nîşan didin ku dijminên gelê Kurd li pey vê êrîşa terorane ne ku komkujiyeke rastîn e. Ev komkujî li dewleteke ku banga demokrasî û parastina mafan dikin, hate kirin.
Ev êrîş ku li dijî Kurdan û dewama siyaseta qirkirinê ye, dijberiyeke eşkere li Fransa û Ewropayê ye, her wiha peyamek e ku ew tu qanûn û serweriya dewletan nas nakin ku teror û sûcên xwe pêk bînin. Li pey vê êrîşa çêbûye, aliyên plankirî hene û dema wê jî ne tesadufek e.
Em Komkujiya Duyemîn a Parîsê şermezar dikin ku hemwextî nêzbûna salvegera 10′an a Komkujiya Yekem a Parîsê ya 2013′an pêk hat ku di encamê de jinên têkoşer ên Kurd bûn qurban de pêk hat, şermezar dikin.
Her wiha em bang li aliyên fermî yên li Fransa dikin ku di demeke lezgîn rastiya vê kiryarê terorane ji raya giştî ya Kurd û cîhanê re eşkere bike, her wiha tedbîrên lez li dijî kujeran bigire û kesên li pey vê komkujiyê eşkere bikin.
Em bang li hêzên siyasî yên demokrat li cîhanê, rêxistinên civaka sivîl, hiqûqî û mirovî yên li cîhanê û hemû dostên gelê Kurd, hêzên Kurdistanî, Ewropî û Ereb dikin ku helwesteke zelal nîşan bidin û zextê li hikûmeta Fransa bikin ku rastiya Komkujiyên Yekem û Duyem ên Parîsê eşkere bikin.
Di dawiyê de em bang li yekîtî û hevgirtinê dikin, ji ber ku garantiya yekemîn a helwesta me û yekîtiya têkoşînê ye da ku li pêş hêzên terorane û aliyên piştgirê van kiryarên qirkirinê pêk tînin, bisekinin."
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Kesk a Demokratîk, Partiya Aştiya Demokratîk Kurdistanî, Partiya Lîberal a Kurdistanî, Partiya Komunîst a Kurdistanî, Partî Demokratî Kurdistanî-Sûriye, Partiya Demokratî Kurdî li Sûriyê, Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, Partiya Çep a Demokratî Kurdî li Sûriyê, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî, Partiya Guhartina Demokratîk Kurdistanî, Tevgera Nûjen a Kurdistanî, Yekitiya Karkerên Kurdistanî, Desteya Niştimanî ya Erebî, Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê, Partiya Rêkeftina Demoqratî ya Kurdî ya Sûrî, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star, Partiya Muhafezekaran, Partiya Têkoşîna Demoqrat, Partiya Demokrata Kurdistanê, Rojavayê Kurdistan, Desteya Hevrêziya Nîştimanî, Tevgera Guhartin a Demokratîk, Partiya Yekîtiya Suryanî, Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Partî) û Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî).