QSD’ê li Dêrazorê 3 çeteyên DAÎŞ’ê girt
QSD’ê diyar kir li bajaroka Deşîşe ya Dêrazorê 3 çeteyên DAÎŞ’ê girtine.
QSD’ê diyar kir li bajaroka Deşîşe ya Dêrazorê 3 çeteyên DAÎŞ’ê girtine.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li Dêrazorê 3 çeteyên DAIŞ′ê girtine.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Di çarçoveya erk û xebata hêzên me yên têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ′ê ya terorîst de, YAT′ê bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî di 21’ê Kanûnê de li bajarokê Deşîşe yê Dêrazorê operasyonek li dar xist.
Di operasyonê de 3 terorîstên DAIŞ′ê hatin girtin. Van çeteyan hewl didan malbatên çeteyan ji Kampa Holê derxînin û çek dixistin kampê.
Hêzên me gelek çek, alavên leşkerî û desteser kirin. Di vê operasyonê de 2 kalaşnîkov, çekeke brono, bombeyek, tivingek, 2 rextên leşkerî, 5 telefon û gelek cebilxane hatine desteserkirin.”