Dewleta Tirk parêzer Luqman Henan qetil kir
Dewleta Tirk parêzerê Kurd Luqman Henan ê ku li Efrînê revandibû, di girtîgehê de bi êşkenceyê qetil kir.
Dewleta Tirk parêzerê Kurd Luqman Henan ê ku li Efrînê revandibû, di girtîgehê de bi êşkenceyê qetil kir.
Dewleta Tirk a dagirker parêzerê Kurd Luqman Henan ê di 20’ê Kanûnê de li ber deriyê mala wî ya li taxa Mehmûdiye ya Efrînê revandîbû, bi êşkenceyê qetil kir.
Hate zanîn ku parêzer Luqman Henan kurê Hemîd (45) ê ji gundê Hec Qasimo yê navçeya Mebata ya Efrîna dagirkirî ye û di girtîgeheke îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker de bi êşkenceyê hatiye qetilkirin.