HRE: 2 hevrêyên me şehîd bûn
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku 2 şervanên wan dema bi erka xwe radibûn, şehîd ketin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku 2 şervanên wan dema bi erka xwe radibûn, şehîd ketin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê got, "Hevrêyên me Canfeda û Zînal Raco 20'ê Kanûnê dema bi erka xwe radibûn, şehîd ketin."
Daxuyanî wiha ye:
"Di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Pêngava Serdemê de têkoşîna me ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrînê didome. Erdnîgariya ku ketiye bin dagirkeriyê, ji bo rizgarkirina wê têkoşîneke bêeman tê meşandin û berdêla wê jî mezin e. Ji bo Efrîneke rizgarkirî û aram bi hezaran lehengên me bûn cangorî.
Hevrêyên me Canfeda û Zînal jî ji bo azadiya gel û welatê xwe cihê xwe di eniya herî pêş de girt. Li hember dagirker û qirkerên gelan bûn mertalên gelê xwe. Hevrê Canfeda û Zînal ên ji herêma Efrînê ne, dizanî ku encax bi sekna şoreşgerî û têkoşîneke baş li hember van dagirkeran dikare bê sekinandin. Her du hevrêyên me jî ji roja tev li refên me bûn û heta keliya şehadetê jî li ser vê zanebûnê tev lê bûn û ji bo me bûn mînakên şoreşgerên demê.
Em di serî de sersaxiyê ji malbatên hêja yên şehîd Canfeda û şehîd Zînal û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Me soza ku daye şehîdan, careke din dubare dikin ku em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe û gelê xwe bi cih bînin, têkoşîna xwe bi azadiya mayînde tacîdar bikin.”
Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya herdu şehîdan wiha ne:
Nasnav: Canfeda
Nav û Paşnav: Ciwan Reşîd
Navê Dayikê: Hesret
Navê Bav: Mihemed Elî
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê, 20 Kanûn 2022
Nasnav: Zînal Raco
Nav û Paşnav: Hemûdê Osman
Navê Dayikê: Xalîde
Navê Bav: Loqman
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê, 20 Kanûn 2022