ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şehîdên meha Çileyê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Şehîdên şerê Kobanê û meha Çileyê bi pêxistina mûman li ser gorên xwe hatin bibîranîn. -
Li Qamişloyê şehîd hatin bibîranîn
Li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê, şehîdên meha Kanûn û Çileyê bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Şêniyên Minbicê di sersaxiya Zelal Zagros de li hev kom bûn
Civaka Jinê ya Zenûbiya ji bo şehîd Zelal Zagros sersaxî danî. -
Şêneyên Qamişloyê bi merasîmeke girseyî şehîd Mehmûd Derwêş veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Derwêş li bajarê Qamişloyê bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
'Kameraya min ji dîrokê re da ispatkirin ku em hene'
Rojnamevan Dîcle Ehmed ku yek ji wan rojnamevanan bû şerê Kobanê ji cîhanê re ragihand, qala wê demê kir û got, "Bi hevalên xwe yên rojnamevan re me bi hezaran serpêhatî ji raya giştî re ragihand. Me got, em Kobanê bernadin û me berneda." -
'Em ê bi piştevaniyê ji van rojên zehmet derkevin'
Şêniyên Qamişloyê dibêjin, ew ê bi piştevaniyê ji van rojên zor û zehmet derkevin û destnîşan dikin ku ew ê dest ji xaka xwe bernedin. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di wesayîta hedef hat girtin de endamekî me şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di encama êrîşa dewleta Tirk a li ser rêya Qamişlo-Hesekê de endamekî wan şehîd bûye û 3 jî birîndar bûne. -
Li ser rêya Qamişlo û Hesekê wesayîtek hat bombebarankirin
Li ser rêya Qamişlo û Hesekê nêzî gundê Girdîwan wesayîtek hat bombebarankirin. Di encama bombebaranê de du kes birîndar bûn. -
Bi balafirên bê mirov û bi çek êrîşî herêma Kobanê hate kirin
Balafirên bê mirov û bi çek ên ayîdê dewleta Tirk a dagirker êrîşî herêmeke li rojhilatê Kobanê kirin. -
Rûken Ehmed: Yekitiya jinan wê dawiya desthilatdariyê bîne
Rûken Ehmedê Zelal Zagros a li Kerkûkê hat qetilkirin bi bîr anî û got, ‘’Yekitiya jinan wê dawiya desthilatdarî û komkujiyan bîne.’’ -
Êrîş nikare zerarê bide xwişk û biratiya gelan
Gelên Ermen, Ereb û Suryan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabûn û diyar kirin ku bi êrîşan wê nikaribin zerarê bidin xwişk û biratiya gelan. -
'Divê Dadgeha Cezayên Navdewletî li dijî sûcên dewleta Tirk bi rola xwe rabe'
Parêzer Cibrayîl Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî her cure sûcên dermirovî dike û destnîşan kir ku divê Dadgehên Cezayê Navdewletî li dijî sûcên dewleta Tirk bi rola xwe rabe. -
Meşa li hemberî dagirkeriyê: Berxwedan wê serkeftinê bîne
Li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Kantona Cizîrê li Til Birak û Dêrazorê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyê de peyama ku wê dagirker li hemberî tekoşînê têk biçin hate dayîn. -
Li Minbicê droneyeke Tirk hate xistin
Droneyeke dewleta Tirk a dagirker ji aliyê hêzên ser bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hate xistin. -
Guhertina demografiyê: 130 penaberên din ên Sûriyeyî li Girê Spî hatin bicihkirin
Hate ragihandin ku di çarçoveya polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo guhertina demografiyê û paqijiya etnîkî de, 130 penaberên din ên Sûriyeyî li Girê Spî ya dagirkirî hatine bicihkirin. -
Şêniyên Kantona Firatê êrîşên dagirkeriyê protesto kirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Kantona Firatê bi meş û daxuyaniyekê hate protestokirin. -
Ji ber êrîşên dewleta Tirk 360 gund bê av û elektrîk man
Meclîs û komînên Kobanê diyar kirin ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker nikarin av û elektrîkê bidin 360 gundan û peyama têkoşîn û hevgirtinê dan. -
Ji bo Zelal Zagros a li Kerkûkê hate qetilkirin li Hesekê merasîm hate lidarxistin
Ji bo şoreşgera Kurd Zelal Zagros (Firyal Xalid) a li Kerkûkê di encama êrîşeke reşkujiyê de şehîd bû, li Hesekê li Şehîdgeha Şehîd Dijwar merasîmeke girseyî hate lidarxistin. -
Xelkê Kantona Firatê sersaxî da malbatên şehîd Nûdem û Rizgar
Bi sedan ji şêniyên Kantona Firatê berê xwe dan şîna şehîd Nûdem Wan û Rizgar Çavreş û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwestin. -
‘Gelê me li dijî êrîşên dagirkeriyê rêya berxwedanê hilbijartin e’
Hevseroka Civaka Demokratîk a Kantona Firatê Hedlê Hesen, derbarê êrîşên dagirkeriyê de got, “Gelê me, li dijî êrîşên dagirkeriyê rêya berxwedanê hilbijartine. Em ê bi îradeyek xurt li ber xwe bidin.” -
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî Şehba û Şerayê kir
Artêşa Tirk a dagirker balafirgeha Miniqê ya herêma Şehba û gundên Elqemiyê û Merenazê yên navçeya Şera ya Kantona Efrînê topbaran dike. -
PYD’ê salvegera 10’emîn a damezrandina Rêveberiya Xweser pîroz kir
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) salvegera 10'emîn a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir. -
Di salvegera Rêveberiya Xweser de meşeke bi heybet hate lidarxistin
Di salvegera 10’emîn a damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li Qamişloyê meşeke bi heybet û girseyî hate lidarxistin. -
Li Şamê di êrîşa Îsraîlê de hejmara qurbaniyan bû 12 kes
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de ya li ser Şamê 12 kes hatine kuştin ku pênc jê şêwirmendên Muxafizên Şoreşê yên Îranê ne. -
Dewleta Tirk a dagirker leşkerekî Şamê kuşt
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundê Til Rehalê bombebaran kir. Di bombebaranê de leşkerekî Şamê mir.