BI DÎMEN

Li Qamişloyê şehîd hatin bibîranîn

Li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê, şehîdên meha Kanûn û Çileyê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Şervanên QSD, YPJ, YPG û Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sotoro yên di dem û cihên cuda de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê bi merasîmekê hetin bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hat lidarxistin. Pêkhateyên Qamişlo û malbatên 166 şehîdan tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyê şehîdan hatin hildan û dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Şirîn Hesen axivî û got: “Bi giyanê şehîdan em têkoşînê berdewam dikin. Em ê heta dawiyê li ser şopa şehîdan têkoşînê geş bikin û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekîtiya xwe xurt bikin.”

Di dawiyê de nasnameya 166 şehîdên di meha Kanûn û Çileyê de şehîd bibûn, hatin xwendin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.