Rojnamevan Hesen Zaza hat binçavkirin
Nûnerê Federasyona Navneteweyî ya Çapameniya Erebî li Sûriyeyê Hesen Zaza ji aliyê hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve hat binçavkirin.
Nûnerê Federasyona Navneteweyî ya Çapameniya Erebî li Sûriyeyê Hesen Zaza ji aliyê hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve hat binçavkirin.
Endamê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û Nûnerê Federasyona Navneteweyî ya Çapameniya Erebî li Sûriyeyê Hesen Zaza ji aliyê hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve hat binçavkirin.
Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên ewlehiya giştî ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê endamê Meclîsa Giştî ya yekîtiyê û Nûnerê Federasyona Navneteweyî ya Çapameniya Erebî li Sûriyeyê Hesen Zaza binçav kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin mamoste, rojnamevan Hesen Zaza ji mala wî hatiye binçavkirin û sewqî cihekî nediyar hatiye kirin. Hate destnîşankirin ku sedemên binçavkirina wî nehatine eşkerekirin.
YRA’ê binçavkirina rojnamevan Hesen Zaza şermezar kir, bang li aliyên têkildarî ên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir ku Hesen Zaza dimildest serbest berde, berpirsyariyên xwe yên parastina rojnamevanan û dabînkirina jîngeheke guncaw û ewlehe ji bo xebata wan bi cih bîne.
YRA’ê di dawiyê de piştgiriya xwe bi hemû rojnamevanên ku rastî binpêkirin û tengaziyan tên, ragihand.