ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Kobanê merasîma ji bo şehîdan
Bi sedan kes ji şêniyên Kantona Firatê cenazeyê şehîd Nûdem Wan bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Dîcle spartin axê. Di merasîmê de şehîd Rizgar Çavreş jî hat bîranîn. -
YPJ'ê nasnameya şehîdekê eşkere kir
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê diyar kir ku Nûdem Wan (Sakîne Kaya) 17'ê Çileyê li nexweşxaneyê şehîd bû û got, "Hevrêya me bi sekn û dilnizmiya xwe li nava xelkê Rojava bû cihê hezkirineke mezin." -
QSD: 17 çete û 2 leşkerên Tirk hatin kuştin
QSD'ê ragihand ku li nvaçeya Eyn Îsa, Girê Spî û Minbicê li dijî çete û leşkerên dewleta Tirk a dagirker hin çalakî hatine lidarxistin. Hate ragihandin ku di encama van çalakiyan de 2 leşkerên Tirk ên dagirker û 17 çete hatin kuştin. -
Xalid Cebir: Dewleta Tirk a dagirker nifşên Kurdan dike hedef
Parêzer Xalid Cebir, destnîşan kir ku dewleta Tirk hemû peymanên navneteweyî yên ku ji bo parastina zarokan hatine avakirin, binpê dike û got, “Dewleta Tirk a dagirker nifşên Kurdan dike hedef.” -
Gulbihar Kobanê: Em ê êrîşan hemûyan têk bibin
Gulbihar Kobanê diyar kir ku mîna têkbirina êrîşa DAÎŞ û dewleta Tirk a li ser Girtîgeha Sînaayê, ew ê hemû êrîşên li ser herêmê têk bibin û got, "Li dijî planên qirêj em li ser piyan e û ji her demê bêhtir xurt in." -
Endamê Hêzên Ceyş El Siwar li Minbicê hate veşartin
Endamê Hêzên Ceyş El Siwar Kerîm Mihemed Îbrahîm bi merasîmeke li Minbicê hate veşartin. -
Gelê Rojava li dijî dagirkirina Efrînê li qadan e
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi boneya 6’emîn salvegera dagirkirina Efrînê daketin qadan. Welatiyan sûcên şer ên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li herêmê şermezar kirin û banga rizgarkirina Efrînê kirin. -
Şervanê QSD'ê Zeyd El Şêx bi merasîmekê hat veşartin
Şervanê QSD’ê Zeyd Ehamd El Şêx bi merasîmekê li bajarê Reqayê veşartin. -
Jinan qetilkirina Firyal Silêman şermezar kirin
Jin û rêxistinên sivîl ên ku li Kobanê, Dêrezorê, Reqa û Tirbêspiyê daketin qadan û gotin, "Em ê hesabê kujerên Zelal Zagros (Firyal Silêman) bipirsin." -
Şêniyên Dêrezorê daketin qadê: Dewleta Tirk dixwaze herêmê tune bike
Li Dêrezorê bi sedan kes li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û peyama "Dewleta Tirk dixwaze tevahiya herêmê tune bike" dan. -
Dewleta dagirker gundên Şera û Şêrewayê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagiker navçeya Şera û gundên wê topbaran dike. -
Bi sedan kes çûn sersaxiya Zelal Zagros
Bi sedan kes çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo Zelal Zagros (Feryal Silêman Xalid) a li Kerkûkê hat qetilkirin. -
Gelê Til Temir û Zirganê li dijî tecrîd û dagirkeriyê daketin qadan
Til Temir û Zirganê bi sedan kesên daketin qadan tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin. -
Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Şêniyên Efrîn û Şehbayê di salvegera 6'emîn a destpêka êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê de meşiyan. -
Dewleta Tirk êrîş kir, 150 ton genim xirab bû
Rêveberiya Xweser ragihand ku di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de 150 ton genim xirab bûye. -
Xelkê Kantona Firatê li dijî êrîşên dagirkeriyê daket qadan
Bi sedan şêniyên Kantona Firatê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daketin qadan. -
MSD: Li dijî dagirkeriyê em bibin yek
MSD'ê ji bo dagirkeriya dewleta Tirk bê dawîkirin, bang li hemû aliyên Sûriyeyê kir ku 'diyaloga neteweyî' pêk bînin. -
Meclîsa Malbatên Şehîdan qetilkirina jina şoreşger şermezar kir
Meclîsa Malbatê Şehîdan a Kantona Firatê, bi daxuyaniyekê êrîşa sûîqestê ya li dijî şoreşgera jin a Kurd Feryal Silêman Xalid (Zelal Zagros), şermezar kir û banga xwedîderketinê li jinan kir. -
Telat Yûnis: Em ê bi hêza xwe zehmetiyan derbas bikin
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Telat Yûnis diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk bi milyonan mirov bê elektrîk, bê av û bê xizmet man û got ku tevî zehmetiyan jî ew ê li ber xwe bidin. -
Dagirker li hemberî hêza gelan têk çûn
Êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya êvara 20’ê Çileya 2022’yan a li ser Girtîgeha Sînaa ya Hesekê destpê kir, di 26’ê Çileya 2022’yan heftemîn salvegera rizgarkirina Kobanê û gundên wê de hate şikandin. Dagirker li hemberî hêza gelan têk çûn. -
Li Minbicê bi ser şaneya çeteyên DAÎŞ’ê de hate girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi ser cihên çeteyan li Minbicê de girt, di encamê de çeteyekî DAÎŞˊê hate kuştin û 3 çeteyên din jî hatin girtin. -
TEV-DEM'ê li dijî êrîşan banga berxwedana neteweyî û şoreşgerî kir
Di salvegera êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê de TEV-DEM'ê daxuyaniyek da û li dijî sûcên dewleta Tirk banga berxwedana neteweyî û şoreşgerî kir. -
Hêvî Mistefa: Ji bo rizgarkirina Efrîn a dagirkirî berxwedaneke bêhempa heye
Hevseroka berê ya Kantona Efrînê Hêvî Mistefa bal kişand ser berxwedana bêhempa ya ji bo rizgarkirina Efrînê ji bin dagirkeriyê û destnîşan kir ku ew hêviya xwe ti carî qut nakin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 hezar û 890 gund bê elektrîk man
Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ku 13'ê Çileyê destpê kirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 hezar û 890 gund bê elektrîk û bê av man. -
Malbatên Şehîdan: Êrîş rasterast bi dewleta terorê re pêwendîdar e
Meclîsa Malbatên Şehîdan ên Kantona Efrîn û Şehbayê diyar kirin ku qetilkirina Firyal Xalid rasterast bi dewleta Tirk re pêwendîdar e û xwestin ku ji bo eşkerekirina kujeran komîteyek lêkolîne ya serbixwe ya nevneteweyî ava bibe.