BI DÎMEN

Rûken Ehmed: Yekitiya jinan wê dawiya desthilatdariyê bîne

Rûken Ehmedê Zelal Zagros a li Kerkûkê hat qetilkirin bi bîr anî û got, ‘’Yekitiya jinan wê dawiya desthilatdarî û komkujiyan bîne.’’

Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmedê qala rêhevala xwe  Zelal Zagrosa ku bi salan pê re li ber xwe da kir û der barê wê de wiha got: ‘’Ew însaneke fesîh û bû. Bi lehengî û bê dudilî û weke  navê xwe ramanên xwe vedigotin.’’

Rûken Ehmedê bal kişand li ser polîtîkaya dewleta Tirk a dagirker  ku dibêje Kerkûk ne bajarê gelan e, bajarê Tirkan e û wiha got: “Heval Zelal xwedî helwesta ku rêxistinbûna jinan li Kerkûkê xurttir dikir. Bi qetilkirina Heval Zelalê re dewleta Tirk a dagirker dixwaze nakokiyên li Kerkûkê kûrtir bike.’’

Zelal Zagros ku yek ji pêşenga Tevgera Azadiya Kurd û Tevgera Azadiya Jinan bû û di 18’ê Çileyê de li Kerkûkê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi hovane hate qetilkirin. Rûken Ehmed a Hevseroka TEV-DEM'ê derbarê  hedefgirtina jinan û Zelal Zagrosê de pirsên ANF'ê bersivandin.

Hûn hedefgirtina jinan çawa dinirxînin?

Dema em berê xwe bidin têkoşîna Heval Sarayê ku digot 'Jiyana min tim şer bû' û berxwedana jinan ya di dîrokê de, artêşbûna jinan, şervanên YPJ'ê yên li dijî DAÎŞ'ê bi ser ketin  û Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em dê baş fêm bikin bê ka çima jin tên hedefgirtin. Ji bo ku berxwedana jinan bê şikandin ew tên hedefgirtin. Rêber Apo gotibû ku wê sedsala 21. bibe sedsala jinan. Desthilatdarên faşîst li hemberî rêxistina jinan gelekî lawaz man.Jinên ku berê xwe didin azadiyê ji bo desthilatdariyan weke tirsekê ne. Çawa ku jineke bindest ji bo azadiyê xetere ye, jinên azad jî ji bo desthilatdariyê xetere ye. Jinên rêxistinkirî û azad ji bo desthilatdariyê tim weke xetereyekê tên dîtin.

Feraseta serdest a mêr dixwaze civakeke çawa ava bike?

Dixwazin civakeke bindest û kole ava bikin. Hewl didin civakeke bê têkoşîn, bê helwest ava bikin. Pergala ku jin hewl didin birêxistin bike jî li dijî pergala ku feraseta serdest a mêran ya ku dixwazin ava bike, ye. Jinan li dijî vê pergalê serî rakir û li ber xwe dide û  vê pergala ku ev 5 hezar sal in tê fezkirin qebûl nake. Bi şikandina bindestiyê re ji bo azadiyê li ber xwe dide. 

Bi salan e ku hûn Zelal Zagrosê nas dikin. Hûn dixwazin der barê berxwedana pêşenga Tevgera Azadiya Jinan û Şoreşger Zelal Zagrosê de çi bibêjin ku 31 salan di nava refên tekoşînê de cih girt?

Heval Zelalê 31 salan di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de cih girt. Xwedî kesayetiyeke Kurdistanî bû û têkoşîneke bê hempa nîşan dida. Li her derê Kurdistanê li ber xwe dida. Me di sala 2016’an de li Minbicê  li gel hev li ber xwe da.Kesayetiyeke wê ya fedakar hebû. Li ku derê zehmetiyek hebe, Heval Zelal li wê derê bû. Di xebatên hemû saziyan de cih digirt. Di Şoreşa Rojava de temsîliyeta vîna jinan dikir.

Çima Zelal Zagros li Kerkûkê hate qetilkirin?

Rêxistina jinan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji jinên Başûrê Kurdistanê re bû mînak. Li Kerkûkê siyaseteke qirêj tê meşandin. Gelên Kurd, Ereb û Tirkmen ên li Kerkûkê dijîn mexdûrên pergala desthilatdar a hikûmeta Iraqê, dewleta Tirk û PDK'ê ne. Li Kerkûkê gel bi hev re dijîn, lê dewleta Tirk li ser Kerkûkê polîtîkayên xwe yên qirêj dimeşîne û dibêje ew bajarekî Tirkan e, ne bajarekî  gelan e.Heval Zelalê rêxistina jinan a li Kerkûkê xurttir dikir, gel li hemberî nakokiyên di navbera wan de hişyar dikir û li ser vê yekê kar dikir. Bi qetilkirina Heval Zelalê dewleta Tirk a dagirker xwest ku nakokiyên li Kerkûkê kûrtir bibin. Qetilkirina Heval Zelalê tê wateya berdewamiya siyaseta qirkirina gelan.

Bi sedan jinên pêşeng ên weke Zelal Zagros, Jiyan Tolhildan û Hevrîn Xelefê hatin qetilkirin. Divê tevgerên jinan li hemberî komkujiyan jinan helwesteke çawa nîşan bidin?

Heval Jiyan ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo jinên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn jî li ber xwe da. DAÎŞ ji bo ku cîhanê talan bike, şer da destpêkirin. Jiyan Tolhildan jî li dijî DAÎŞ’ê şer kir. Ji ber vê yekê divê femînîst û hemû jinên li seranserê cîhanê li dijî zihniyeta serdest a mêran a qirker li welatê xwe li ber xwe bidin û xwedî li  şoreşgerên weke Jiyan Tolhildanê derkevin.Hevrîn Xelef jineke ciwan a Kurd bû, lê ji bo biratî û yekîtiya gelan li ber xwe da. Bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker hate qetilkirin. Hevrîn Xelefê ne tenê ji bo Rojava û Sûriyeyê li ber xwe da. Wê ev têkoşîn ne tenê ji bo jinên Ereb, Kurd û Tirkmen, ji bo hemû jinên li seranserê cihanê meşand. Divê hemû tevgerên femînîst û jinên ku behsa azadiyê dikin, li dijî zîhniyeta serdest a mêran berxwedaneke mezin nîşan bidin. Zelalan, Hevrînan û Jiyanan ji bo jinan li ber xwe dan û di rêya wê berxwedanê de jî şehîd bûn. Li ku derê jinek were qetilkirin, hewce ye weke ku ew bi xwe hatiye qetilkirin hîs bikin. Em qetilkirina Heval Zelalê weke qetilkirina hemû jinan dibînin û bi vî awayî têkoşîna xwe berfirehtir dikin. Divê jinên femînîst jî li ser vê xetê li ber xwe bidin. Heval Zelal bi 8 guleyan hat kuştin. Ma tenê jinên Kurd û Ereb wê li dijî vî sûcî li ber xwe bidin? Divê hemû jin li ber xwe bidin.

Tiştekî ku hûn dixwazin lê zêde bikin heye?

Dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşên xwe yên li ser gel û jinan dixwaze rê li ber azadiya civakê bigire. Divê jin li ser xeta têkoşîna Rêber Apo ku ji bo azadiya gelan û jinan li dijî êrîşên desthilatdariyê ava kiriye,li ber xwe bidin. Bi vî rengî û bi tekoşînê em dikarin qirkirinên faşîstan bi dawî bikin. Bêyî yekitiya jinan bidawîbûna qirkirin li ser jinan û qetilkirinan wan ne pêkan e.