ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Îsraîlê careke din li Şamê êrîşî Îranê kir: 6 kes mirin
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku roja Duşemê Îsraîlê êrîş bir ser başûrê Şamê û şervanên alîgirê Îranê jî di nav de 6 kes mirin. -
Cenazeyê şehîd Birusk Zendûra bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Bi sedan ji şêniyên Kantona Firaê ji bo veşartina cenazeyê şehîd Birusk Zendûra berê xwe dan goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê. -
Li Efrînê 3 kesên din hatin revandin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku li du navçeyên Efrînê yek jê astengdar 3 kesên din hatine revandin. -
Rêveberiya Xweser banga berdana Silêman Ehmed kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ne yasayî ye û bang li PDK'ê kir ku demildest wî serbest berdin. -
Li Efrînê di meha Çileyê de 32 kes hatin revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Çileyê de 32 kes ji Kantona Efrînê revandin. -
Ji ber êrîşên dagirkeriyê firin jî nikarin baş bixebitin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker elektrîk qut bûye, ji ber ku aş bi rêk û pêk naxebitin û pirsgirêka sotemeniyê heye, firin jî bi têrkerî kar nake. -
Komxebata koçberiyê bi dawî bû
Komxebata ˊKoçberî û koçberkirin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sedem encam, pêşniyar û tedbîrˊ bi encamname û pêşniyarên bidawîkirina koçberiyê û pêşxistina koçberiya berovajî, bi dawî bû. -
Cenazeyê Şehîd El Beyid hat veşartin
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî-Asûrî Elî Salih El Beyid yê di 26’ê Çileyê de li Til Temîrê şehîd bibû, li Goristana Şehîdên Asûrî li Hesekê hat veşartin. -
Li Kampa Holê 21 DAÎŞ'î hatin girtin
Di qonaxa sêyemîn a 'Operasyona Mirovî û Ewlehiyê' de 21 piştevanên DAÎŞ'ê hatin girtin. -
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçberiyê nîqaş dike
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mijara koçberiyê ji aliyê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) bi komcivînekê hate nîqaşkirin. -
Êrîşên dewleta Tirk hêzê dide şaneyên DAÎŞ'ê
Hevseroka Kampa Holê Cîhan Henan anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk aramiya li herêmê têk dibe û got, bi taybetî hêzê dide şaneyên DAÎŞ'ê yên li Kampa Holê. -
Gelê Kurd li dijî xiyaneta PDK’ê daketin qadan
Hêrsa gelê Kurd a li hemberî PDK’ê ya ku bi dewleta Tirk a dagirker û qirker re hevkariyê dike û êrîşî gerîla dike, bilind dibe. -
Bahoz Amed hate bîranîn: Em bi saya şervanan dijîn
Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê merasîm ji bo şehîd Ehmed Elî (Bahoz Amed) lidar xist û di merasîmê de payama ‘’Em bi saya van şervanan dikarin bijîn. Ji bo ku em bi rûmet bijîn, em ê fedakariyê bikin’’ hate dayîn. -
Salvegera rizgarkirina Kobanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
Salvegera Rizgarkirina Kobanê û damezrandina Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê bi şahiyekê hat pîrozkirin. -
Dewleta Tirk li Efrînê extiyarê 71 salî revand
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li Racoyê gundiyê bi navê Elî Omer Muhemed ê 71 salî revand. -
Li Kampa Holê qonaxa sêyemîn a Operaseyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ destpê kir
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qonaxa sêyemîn a “Operaseyona Mirovî û Ewlehî” li Kampa Holê da destpêkirin. -
YPG’ê nasnameya şervanê ku li Eyn Îsayê şehîd bû, eşkere kir
YPG’ê eşkere kir ku şervanê wan Bahoz Amed (Ehmed Elî) li Eyn Îsayê şehîd bû. -
Canda Înat: Çalakiya şehîd Avesta li dijî dagirkeriyê bersiv bû
Şervana YPJ’ê û hevrêya şehîd Avesta Xabûr Canda Înat, diyar kir ku şehîd Avesta her tim bi awayekî fedaîtî tev digerî û got, “Çalakiya şehîd Avesta li dijî dagirkeriyê bersiva hereî xurt bû.” -
Li Dêrazorê çeteyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku li gundewarê Dêrazorê çeteyekî DAÎŞˊê girtine. -
DAÎŞ'ê li Dêrazorê êrîş kir: 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
Di êrîşa çeteyên DAîŞ'ê ya li ser noqteyên hêzên Şamê yên li bejahiya Dêrazorê de 2 leşkerên Şamê hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. -
Dewleta Tirk a dagirker li Şerayê xaniyên mêtingeriyê ava dike
Dewleta Tirk a dagirker ji bo guhertina demografiyê li Şerayê dest bi avakirina xaniyên nû kir. -
Li Qamişloyê ji bo şehîd Mehmûd Derwêş şîn
Li Qamişloyê ji bo şehîd Mehmûd Derwêş ku di êrîşa dewleta Tirk a li ser gundê Girdêwan de şehîd bû, konê sersaxiyê hate vedan. Şêniyan sersaxî da malbata şehîd. -
'Bijîşkî ji bo çi ye, gava ku nikaribe hevalên xwe rizgar bike'
Bijîşk Hikmet Ehmed ku yek ji bijîşkên şahidê şerê Kobanê ye got, ”Kêliya ku birîndar dihatin ber destê me û şehîd dibûn, min digot em çima bijîşk in. Ev çi mirovahî ye, lê dîsa em bi ser ketin.” -
Salîh Muslim: Tirkiye li Asya Navîn piştgiriyê dide DAÎŞ'ê
Salîh Muslim anî ziman ku dewleta Tirk li Asya Navîn piştgiriyê dide DAÎŞ'ê û got, "Bêdengiya li hemberî têkiliyên DAÎŞ'ê û Tirkiyeyê tê wateya lîstina bi agir. Ne diyar e bê agir li ku derê kengî bişewitîne. Divê sînorek ji Tirkiyeyê re bê danîn." -
Li Dêrazorê ji bo Zelal Zagros merasîma bîranînê hat lidarxisin
Ji bo jina Kurd a şoreşger Feryal Silêman Xalid (Zelal Zagros) a li Dêrazorê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de xwestin dewleta Tirk a ku pêşengên jin ên Kurd hedef digire, bê cezakirin û soza dilsoziya bi şehîdan re hate dayîn.