‘Gelê me li dijî êrîşên dagirkeriyê rêya berxwedanê hilbijartin e’

Hevseroka Civaka Demokratîk a Kantona Firatê Hedlê Hesen, derbarê êrîşên dagirkeriyê de got, “Gelê me, li dijî êrîşên dagirkeriyê rêya berxwedanê hilbijartine. Em ê bi îradeyek xurt li ber xwe bidin.”

Dewleta Tirk a dagirker bi pêleke nû ya êrîşan ji 13'ê Çileyê de êrîşê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Di encamê de tevahî binesaziyên herêmê hatin hedef girtin. Stasyonên elektrîkê, petrol, gazê û avê kir hedefa xwe û bi hezaran ji gundê Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê elektrîk û av man. Bajarê Kobanê jî ev demeke bê elektrîke. Hevseroka Civaka Demokratîk a Kantona Firatê Hedlê Hesen, têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê ji ANF'ê re axivî.

‘ARMANCA ÊRÎŞAN VALAKIRINA HERÊMÊ YE’

Hesen, bibîr xist ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ji xwe her tim dewam dikir û got ku di pêvajoyên dawî de êrîşên xwe yên hovane derxistiye asta herî jor. Hesen wiha dewam kir, "Dewleta Tirk şêwazek nû li êrîşên xwe zêde kir. Ew jî hedefgirtina binesaziyên herêmê ye. Hewl dide gel bide zorê û vala bike. Dewleta Tirk a dagirker, stasyona elektrîkê yên tevahî Herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir hedefa xwe, stasyona petrol û gazê jî kir hedefa xwe ku di encamê de stasyona gazê bi temamî hatibû ruxandin. Dewleta Tirk tiştên ku gel jiyana xwe li ser berdewam dike, dike hedefa xwe û dixwaze bi vê hedefgirtinê gel bê hêz bike."

‘DEWLETA TIRK TÊK ÇÛ’

Hesen, da zanîn ku dewleta Tirk bi van êrîşan re sûcê şer dike û wiha domand, “Dema ku şer diqewime, tu dikarî li hemberî wê hêzê berxwedanî bikî û li hemberî wan çekdaran şerê xwe yê parastinê bikî. Lê dewleta Tirk berê xwe da kur, têk çû. Li çiyayên azad di nava şert û mercên zehmet de gerîla çalakiyên xurt pêk anîn. Dewleta Tirk li wir têk çû, lê têkçûna xwe qebûl nekir û dest bi êrîşa li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Ew êrîş jî li dijî tevahî binesaziyên gel ên jiyanê pêk hat. Di encamê de bi hezaran gund û bi dehan bajar bê elektrîk, gaz, av û sotemenî man.”

‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN GEL WÊ XWEDÎ LI HERÊM Û RÊVEBERIYA XWE DERKEVE’ 

Hesen, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker şerekî dervî exlaqê dimeşîne û wiha axivî, “Dewleta Tirk a dagirker ji xwe re maf dîtiye ku van kiryaran bike, lê li ser van kiryarên şer, tevahî cîhan bêdenge. Dema ku li Filîstînê nexweşxane hatin hedefgirtin, dewleta Tirk bertekên xwe yê tund nîşan da. Lê vaye li Kantona Firatê jî nexweşxaneya Miştenûr hat hedefgirtin ku di encamê de bi temamî hat ruxandin. Ew jî bi destê dewleta Tirk pêk hat. Hedefa dewleta Tirk ji van êrîşan qelskirina yekîtiya gelan û bêbandor hiştina Rêveberiya Xweser e. Lê em civakeke ku bi tu kiryarên dewleta Tirk bandor nabin. Em xwedî îrade ne. Tevahiya gel em bi rêveberiya xwe, girêdayî ne. Gelê me, li dijî êrîşên dagirkeriyê rêya berxwedanê hilbijartine. Ev civak bi fikra Neteweya Demokratîk xwe bi rêxistin kiriye. Ji ber wê, xwedî li herêmên xwe û rêveberiya xwe derdikevin.”