Li Tirkiyeyê her roj bi navînî hezar û 31 zarok dibin sûcdar an jî mexdûr
Li gorî daneyên Wezareta Edaletê li Tirkiyeyê di sala 2024’an de li girtîgehan zêdeyî 200 hezar girtiyên zarok hene.
Li gorî daneyên Wezareta Edaletê li Tirkiyeyê di sala 2024’an de li girtîgehan zêdeyî 200 hezar girtiyên zarok hene.
Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafan û zext bi awayekî zêde dewam dikin. Zext û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, tenê bi girtiyên siyasî re sînordar namîne. Girtiyên edlî jî armanca binpêkirinên mafan û zextan in.
Li gorî daneyên Wezareta Edaletê ya Nîsana 2025’an li Tirkiyeyê bi giştî 403 hezar û 60 girtî hene. Tenê bi vê hejmarê, hejmara girtiyên li Tirkiyeyê ji nifûsa 24 welatên li cîhanê zêdetir e. Ji 403 hezar û 60 girtiyên li girtîgehan, 345 û 442 kes hikûmxwar in û 56 heaar û 628 kes jî girtî ne. Li gorî heman daneyên Wezareta Edaletê li girtîgehan 17 hezar û 712 jin û 4 hezar û 11 zarok hene. Zarok ji xeynî girtîgehên ji bo wan hatine veqetandin, di qawişên zarokan a li girtîgehên din de tên girtin.
Li gorî daneyên Nîsana 2025’an a Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST) li girtîgehan bi giştî 2576 zarokên girtî û hikûmxwar hene. Wezareta Edaletê derbarê girtîgehên zarokan daneyekî diyar parve nake.
Ji xeynî hejmara zarokên di girtîgehan de, di daneyên TUÎK’ê de jî xuya dibe ku her sal têkiliya zarokên ku wekî ‘zarokên ber bi sûcê ve hatine xirikandin’ bi meqamên edlî re zêde dibin.
Li gorî daneyên dawî yên TUÎK’ê li seranserê Tirkiyeyê li ser pênaseya ‘zarokên ber bi sûcê ve hatine xirikandin’, di qeydên meqamên edlî de di sala 2024’an de qeyda 178 hezar û 834 zarokan heye. Dema li ser salên diyar tê nêrtin, ev hejmar her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî vê;
Di sala 2010’an de: 83 hezar û 393
Di sala 2012’an de: 10 hezar û 831
Di sala 2019’an de: 168 hezar û 250
Di sala 2020’an de: 114 hezar
Di sala 2021’an de:133 hezar
Di sala 2022’an de: 207 hezar
Di sala 2024’an de jî ji bo 178 hezar û 834 zarokan ji aliyê meqamên edlî ve lêpirsîn û lêkolîn hatiye kirin.
Her çiqas li gorî daneyên TUÎK’ê di sala 2024’an de ji bo 178 hezar û 834 zarokan pênaseya ‘zarokên ber bi sûcê ve hatine xirikandin’ hatiye kirin jî , li gorî daneyên Wezareta Edaletê hejmara zarokên ku di sala 2024’an de ji ber dosyaya sûc qeyda wan hatiye kirin, 211 hezar û 946 e. Li gorî daneyên wezaretê derbarê 63 hezar û 712 zarokan de biryara mehkûmiyê hatiye dayîn û 4 hezar û 386 ji van zarokên keç in. Qeydên wezaretê yên salên borî jî bi daneyên TUÎK’ê re hev nayên. Li gorî vê di daneyên wezaretê de;
Di sala 2019’an de: 130 hezar û 938
Di sala 2020’an de: 99 hezar û 919
Di sala 2021’an de: 110 hezar û 606
Di sala 2022’an de: 207 hezar
Di sala 2023’an de: 178 hezar û 834
Di sala 2024’an de jî 211 hezar û 946 zarok wekî ‘zarokên ber bi sûcê ve hatine xirikandin’ têne pênasekirin.
DANEYÊN CHP’Ê HEM TUÎK’Ê Û HEM JÎ WEZARETA EDALETÊ DIDEREWÎNE
Ji xeynî daneyên Wezareta Edaletê û TUÎK’ê, li gorî lêkolîna CHP’ê ya ji bo 5 salan di navbera salên 2017-2021’an de qeydên 5 mîlyon û 393 zarokan di meqamên edlî de hene. Di rapora CHP’ê de tenê di nava sala 2021’an de 499 hezar û 319 zarok bi îdiaya “sûc kiriye” hate girtin.
Di lêkolînên li ser sûcên zarokên ku wekî ‘zarokên ber bi sûcê ve hatine xirikandin’ têne pênasekirin de sûcên ku herî zêde tên kirin xesp û birîndarkirin e. Dema hem daneyên TUÎK’ê û hem jî Wezareta Edaletê tê lêkolînkirin, di nava 5 salên dawî de hejmara zarokên ku ji ber sûcên ‘xesp’ û ‘birîndarkirin’ hatine girtin an jî kiryara edlî hatiye kirin, hema hema nêzî 2 mîlyonan e. Di salên dawî de jî di nava sûcên zarokan de sûcdarkirina ‘binpêkirina huriyeta laş’ derdikeve pêş.
Xalekî din ku di rapora CHP’ê de balê dikşîne jî ew e ku di rojekî de hezar û di 31 saetan de 55 zarok wek kirde yan jî mexdûr di meqamên edlî de tên tomarkirin.