MSF: GHF, sîstemeke belavbûnê ye ku dibe sedema komkujiyê

Bijîjkên Sînor Nenas (MSF) bang kir ku xebatên Weqfa alîkariyê ya Xurekê ya li Xezeyê, demildest bên rawestandin.

MSF’ê diyar kir ku ev sîstema alîkariyê ya bi piştgiriya Îsraîl û DYE’yê, “mekanîzmayeke alîkariyê ya mirovî ya sixte ye” ku Fîlîstîniyan sewqî mirinê yan jî xeteriya mirinê dike.

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) ragihand ku ji dema belavbûna xurekê ya di dawiya Gulanê de destpê kirî û vir ve artêşa Îsraîlê zêdeyî 410 Fîlîstiniyên ku hewl didan xwe bigihînin qadên alîkariyê, kuştin. Ji OHCHR berdevk Thameen Al-Kheetan got, “Xelkê Xezeyê hîna di navbera mirina ji birça yan jî xeteriya were kuştin de, tercîh dike.”

Wezareta Karên Derve ya DYE’yê 26’ê Hezîranê ragihand ku wê foneke nû ya 30 milyon dolarî bide weqfê.

Îsraîl jî îdîayên sûcê şer red dike û îdîa dike ku Hamas tevlî nava sivîlan bûye û bi vî rengî hewl dide êrîşan rewa dike.