Ji ber êrîşên dewleta Tirk 360 gund bê av û elektrîk man

Meclîs û komînên Kobanê diyar kirin ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker nikarin av û elektrîkê bidin 360 gundan û peyama têkoşîn û hevgirtinê dan.

Meclîs û komînên Kobanê bi mebesta şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û destekdayîna saziyên rêveberiya xweser daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî li pêşiya Stasyona Enerjiyê ku 14'ê Çileyê ji aliyê artêşa dewleta Tirk a dagirker ve hatibû bombebarankirin û di encamê de tevî navenda Kobanê 360 gund bê elektrîk hatibûn hiştin, hat dayîn.

Hevserokê Meclîsa Bajarê Kobanê Mistefa Êto, li ser navê girseyê axivî û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin. Mistefa Êto, da zanîn ku ev êrîş sûcekî mirovahiyê ye got: “Em ê weke meclîs û komînan heta dawiyê bi saziyên xwe yên xizmetguzariyê re bin. Em ê destek bidin rêveberiya Stasyona Elektrîkê.”

Êto, da xuyakirin ku rêveberiya enerêjiyê bi şev û roj kar dike ku pêdiviyên gel bicîh bîne û ji ber keda wan spasiyên xwe pêşkêş kirin.

Hevserokê Ofîsa Enerjiyê ya Herêma Firatê Welîd Ciman, jî spasiya meclîs û komînan kir û got ku ji bo xizmeta gel tişta ji destê wan tê wê bikin.

Welîd Ciman, xwest ku di van demên zehmet de gel jî piştgiriya wan bike û tasarufê (kêm bikaranînê) bikin.