Guhertina demografiyê: 130 penaberên din ên Sûriyeyî li Girê Spî hatin bicihkirin

Hate ragihandin ku di çarçoveya polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo guhertina demografiyê û paqijiya etnîkî de, 130 penaberên din ên Sûriyeyî li Girê Spî ya dagirkirî hatine bicihkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, 22'ê Çileyê roja Duşemê 130 penaberên din ên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê ji deriyê sînor derbasî Girê Spî hatin derbaskirin û ji bo li malên li bajêr bêne bicihkirin radestî çeteyan hatin kirin.

Hate ragihandin ku penaber ji Hamas, Heleb û Şamê ne.

Ev kom koma sêyemîn a penaberan e ku dewleta Tirk ji destpêka salê ve li herêmên dagirkirî bi cih dike.

Ji destpêka meha Nîsanê ya 2022'an û vir ve di çarçoveya polîtîkaya guhertina demografiyê ya Girê Spî de 72 jê Iraqî zêdeyî 30 hezar penaber hatin bicihkirin.