Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di wesayîta hedef hat girtin de endamekî me şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di encama êrîşa dewleta Tirk a li ser rêya Qamişlo-Hesekê de endamekî wan şehîd bûye û 3 jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de diyar kir ku îro danê nîvro (24’ê Çileyê) li ser rêya navdewletî ya Qamişlo û Hesekê, wesayîtek ji hêla balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker hat bombebarankirin û hat gotin ku di encama bombebaranê de endamekî wan şehîd bûye û 3 endamên wan jî birîndar bûne. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk ji bo têkbirina ewlekarî û aştiyê êrîşên xwe pêk tîne û wiha hat gotin: “Hêzên me wê hemû sûcdaran bişopîne û pêşî li her kesên ku hewl bide fitne û tirsê di nava civakê de belav bike, bigire. Ev êrîşa dewleta Tirk a dagirker wê me ji karê me dûr nexe. Em ê ji her demê zêdetir bixebitin da ku aramî û ewlehiya herêmên xwe misoger bikin."