Ji bo Zelal Zagros a li Kerkûkê hate qetilkirin li Hesekê merasîm hate lidarxistin

Ji bo şoreşgera Kurd Zelal Zagros (Firyal Xalid) a li Kerkûkê di encama êrîşeke reşkujiyê de şehîd bû, li Hesekê li Şehîdgeha Şehîd Dijwar merasîmeke girseyî hate lidarxistin.

Bi sedan kes ji şêniyên kantona Cizîrê, navçe û bajarên wê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rûspiyên êlan û endamên rêxistinên jinan li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê tev li merasîma oxirkirina şehîd Zelal Zagros (Feryal Xalid) bûn ku 18`ê Çileyê hatibû qetilkirin.

Li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiye yê Hesekê, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Elî axivî û got: “Şehîd Zelal bi destê xiyanetê hat qetilkirin. Em soz didin ku rêya wê bişopînin û tola wê hilînin.”

Dûre endama Rêveberiya Kongra Star Laleşîn Hesekê axivî û diyar kir ku şehîd Zelal, di oxira parastina rêgeza jinên azad de tê koşiya û got: “Ji her derê xetere li ser destkeftiyên şoreşê hene. Divê em wan biparêzin.”

Laleşîn têkoşîna şehîd Zelal a 31 salan silav kir û got: “Şehîd Zelal li her devereke Kurdistanê tê koşiye, ji dema tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bûbû, bê teredud kar û xebat meşand.”

Bi navê malbata şehîd Zelal Minewer Xalid axivî û got: “Şehîd Zelal xwedî dîrokeke dirêj a têkoşînê ye, têkoşer û her tim rû li ken bû. Wesiyet li me kir ku em destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin, her tim digot ji me ji vê bêtir tê xwestin ji bo ku azadiya jinan pêk were."

Minewer diyar kir ku dijmin ji hêza şehîd Zelal ditirsî, ji ber wê li Kerkûkê qetil kir. Minewer soz da ku rêya şehîd Zelal bişopîne.

Bi navê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya endama koordînasyona kombûnê Şêrzad Casim axivî û sersaxî da malbata şehîd û hevalên wê û tevgerên jinan.

Şêrzad bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku fişarê li aliyên têkildar bikin ji bo ku lêpirsînê çêkin û hesab ji sûcdaran bipirsin. Her wiha soz da ku têkoşîna şehîd Zelal berdewam bikin, destkefiyên şoreşa jinan biparêzin û tevahiya herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Piştî bidawîbûna axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Kolcîn Ehmed wesîqeya şehadeta şehîd Zelal Zagros xwend û radestî malbatê kir. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Zelal spart axê.