BI DÎMEN

'Divê Dadgeha Cezayên Navdewletî li dijî sûcên dewleta Tirk bi rola xwe rabe'

Parêzer Cibrayîl Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî her cure sûcên dermirovî dike û destnîşan kir ku divê Dadgehên Cezayê Navdewletî li dijî sûcên dewleta Tirk bi rola xwe rabe.

Parêzer Cibrayîl Mistefa derbarê kiryar û sûcên dewleta Tırk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji ANF’ê axivî û got, "Sûcên ku artêşa dagirker a Tirk dike, dikeve çarçoveya siyaseta Tirk a tunekirina gelê Kurd. Bi dagirkirina bajarê Efrînê re di 18’ê Adara 2018'an de waliyê Hatayê yê xwedî nasnameya siyasî hat Efrînê û bi serkirdeyên çeteyan re civînek lidar xist û divînê de wiha got, ‘Kurdê ku li bajarê Efrînê dimîne bila bê pêlav bimeşe’. Ev jî nîşan dide ku ew dixwazin Kurdan bê nasname bihêlin.

Dewleta Tirk a dagirker bi rengekî sîstematîk sûcan li Efrînê dike. Li gorî raporên rêxistinên navdewletî û mafên mirovan, bi taybet komîteya lêkolînên navdewletî yên serbixwe ji bo Sûriyeyê ku ev komîte bandoreke mezin li ser qada navneteweyî heye û rasterast pêwendiya wê bi Neteweyên Yekbûyî re heye, hat diyarkirin ku sûcên li Efrînê tê kirin sûcên şer, jenosîdê û sûcên dermirovî ne. Ji ber wê dema em dibêjin sûc û kiryar tên kirin, ev ne sûcên normal in, lewma divê Dadgeha Cezayên Navdewletî li dijî van sûcan bi rola xwe rabe."

Cibrayîl di axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hezaran welatiyên bajarê Efrînê revandin, bi sedan kes qetil kirin, piştî ku bi awayekî hovane qetil kirin jî laşê wan perçe kirin û diyar kir ku zeyta zeytûnê di bin çavdêriya Îstîxbarata Tirk de dizîn û deriyê sînorî yê Hemamê vekir da ku ew zeyt derbasî Tirkiyê bibe û di bin navê berhema Tirkiyeyê de hinardeyî welatên Ewropayê bike

Cirbrayîl di berdewamiya axaftina xwe de wiha got, "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şûnwarên bajarê Efrînê dizîn û girên arkeolojîk ên Efrînê bi buldozeran wêran kirin. Dagirkeriya Tirkiyeyê bi vê yekê nesekinî bi hezaran darên zeytûnê û hezaran darên daristanan birîn û şewitandin da ku nasnameya Efrînê ji holê rabike. Dewleta Tirk zêdetirî 7 peymangehên olî ava kirin da ku ola Îslamê bi darê zorê fêrî zarokan bikin. Wan li ser prensîpên DAÎŞ û Cebhet El-Nusra hîn bike. Ji xeynî guhertina navên gundên Kurdan, zimanê Tirkî jî li dibistanan û her wiha pereyê Tirkî jî hate ferzkirin.

Armanca van sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ew e ku teslîmiyetê li ser gelê Efrînê ferz bike û ezmûna herêma Îskenderûnê dubare bike. Ji ber ku dewleta Tirk ev sûc li skenderûnê jî kiriye lê bi şêwazekî cuda û bi rêya referanduma Îskenderûnê hemû raya giştî ya cîhanê xapand. Tawanên ku li Efrînê tên kirin, talankirin, desteserkirin, bertîl û h.w.d, li gorî yasa û qanûnên sûcên giştî yên navneteweyî, tawanên şer in, nemaze yên ku ji aliyê çeteyên El-Emşat ve li navçeya Şiyê tên kirin, tawanên û talanê li wê navçeyê  têne kirin sûcên şer in û li gorî qanûnên sûcên giştî yên navneteweyî  tên cezakirin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê Kurdên Êzidî neçar kirin ku ola xwe ya resen bihêlin û di bin gef û kuştinê de ola Îslamê qebûl bikin. Li gel wêrankirina perestgehên olî û mezarên Elewiyan, ev kiryar jî dibin sîwana sûcên jenosîdê de cihê xwe digire. Ji ber ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî ya parastina ol û baweriyên olî, binpê dike, gelek peyman hene, di nav de Peymana Ewropî ya li dijî êşkenceyê ya li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî û yên din, Tirkiye hemû pîvanên navneteweyî binpê dike û qanûnan binpê dike."

Cibrayîl Mistefa derbarê cezayên ku ji aliyê dadgehên çeteteyên dewleta Tirk ve tê standin ev tişt got, "Piştî şeş salan ji dagirkirina bajarê Efrînê ji bo dewleta Tirk heta niha ti biryareke cidî ji aliyê civaka navdewletî ve nehatiye standin. Tirkiye dixwaze di pêşerojê de valahiyên yasayî bi kar bîne û weke karteke bêgunehiyê bikar bîne û ji berpirsiyariyê li beramberî civaka navdewletî û dadgeha tawanan ya navdewletî bireve. Baştirîn mînak  jî dadgeha Efrînê ye ku cezayê îdamê li ser jinên Efrînê dide.

Ji aliyê pratîkî û yasayî ve Tirkiye wek dewleteke dagîrker tê dîtin û li gor Peymana Laheyê ya sala 1907'an û xalên wê; dema ku desthilatdariya herêmekê derbasî dewleta dagirker ango dewleta êrîşkar dibe, divê dewleta dagirker erk û wezîfeyên taybet  bi cih bîne, weke: parastina sivîlan, Biryarên neheq dernexîne, rêzê li hemberi qanûnên nişimanî bigire. Weke em dizanin jî Efrîn beşeke ji Sûriyê ye û di pratîkê de ji aliyê Tirkiye ve hatiye dagirkirin û Tirkiyê çavdêriya xwe li hemû aliyên jiyanê dike û hemû meclis û çeteyên girêdayî dewleta Tirk û bi fermana dewleta Tirk a dagirker kar dikin. Lê di biryara Dadgehên fermî de Tirkiyê destûr da ku  biryara îdamê were ferzkirin, ji ber ku di pêşerojê de vê gavê li gorî berjewandiyên xwe bikar bîne û weke kemînekê li dijî xelkê Efrînê çêke. Di aliyê qanûn û yasasên navdewletî de Tirkiyê dikare bêje ku ger weke dewleteke dagirker li Sûriyê bûma wê qanûnên Tirkiyê bihatina bikaranîn. Weke tê zanîn jî di qanûna Tirkiyê de ji bo ku xwe nêzî Yekîtiya Ewropayê bike cezayê Îdamê hatiye rakirin. Lê di dadgehên herêmên dagirkirî de qanûna Sûriyê bikar tîne di nav de Îdam. Bi wê re jî Tirkiyê weke hêzeke dagirker nayê hesabandin û hemû kiryar û sûcên ku niha li Efrînê û hemû herêmên dagirkirî bi serkêşiya Tırkiyê tê kirin wê Tırkiyê bê ceza bimîne. Nimûneyeke din, dadgeha Ra'î'yê yê ku ji aliyê istixberta Tirkiyê tê birêvebirin û ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve hatiye avakirin; cezayê darvekirinê dan 3 sûcdarên şehîdên Şeva Newrozê ku 4 kesan gihêştin asta şihadetê. Ev ceza hem ji bo civaka navdewletî hem jî ji bo gelê Kurd xepandine. Ji ber ku ne ew ne suceke normal e, suceke siyasî ye. bi vê sûcê re xwestin gelê Kurd tune bikin û bi riya zihneyeta wan a tundrew xwestin tirs û xofekî di dilê hemû Kurdan biçînin. Ji ber wê pêwîst e di bûyeran, encaman, kujeran û sucê de hevgirtinekê were çêkirin. Mijar ji cezaya dervekirinê mezintire. Mijar tê de îmha û tunekirina gelekî heye ji ber wê pêwîste hemû meclisên xwecihî yên li Efrînê û herêmên dagirkirî û opozisyon jî di vê sûcê de sûcdar bin û ya herî girnîg pêwîste koma Ceyş El-Şerqiyê yê ku cihê xwe di nav Artêşa Niştimanî de digire û girêdayî Tirkiyê ye hesabê bide  ji ber ku kesên ku welatiyên Kurd di şeva Newrozê de qetilkirin endamên wê komê ne. Ji ber wê ger li gorî qanûnan ew dadgeh dimeşin pêwîste berî her titştî, Artêşa Nıştimanî ya girêdayî dewleta Tirk sûcdar were dîtin ya duyem pêwîste hikumeta demkî û opozisyûn jî weke sucdar were dîtin û hesabê bidin. Lê mixabin di wê dadgehê de ne çeteyên dewleta Tırk yên bi navê artêşa Niştimanî ne jî opozisyon weke sucdar hate dîtin. Ji ber wê ev dadgeh xepandine ji bo raya giştî û civaka Kurdî."