Xelkê Kantona Firatê sersaxî da malbatên şehîd Nûdem û Rizgar

Bi sedan ji şêniyên Kantona Firatê berê xwe dan şîna şehîd Nûdem Wan û Rizgar Çavreş û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwestin.

Bi sedan ji şêniyên Kantona Firatê, sazî û dezgehên girêdayî wê, meclîs û komîn, malbatên şehîdan, ji bo sersaxiyê ji malbatên şehîd Nûdem Wan ( Sakîne Kaya) ku ji ber nexweşiyê şehîd bû û Şehîd Rizgar Çavreş (Ronîcan Hemo) ku di 12’ê Çileyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di operasyona şoreşgerî de şehîd bû, bixwazin berê xwe dan şîna ku ji bo şehîdan hatî danîn. Konê sersaxiyê li Goristana Şehîd Dîcle hate vedan.

Piştî ku girseyê berê xwe da konê sersaxiyê, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Adil Hecî axivî. Adil diyar kir ku gerîla li çiyayên azad li hemberî dagirkeriyê têkoşînê dikin û got: "Dijmin ji destpêka têkoşînê ve xwestiye civaka Kurd û gerîla bê îrade bikin û tune bikin. Lê gelê Kurdistanê timî rêya berxwedaniyê şopand."

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd a Sûrî Gêlo Îsa jî axivî û got: "Dewleta Tirk çiqas êrîşî binesaziyên herêmê bike jî, nikare me têk bibe.”

Rêvebera Meclîsa Jin a Kantona Firatê Cîhan Derwêş jî diyar kir ku dewleta Tirk ji dîrokê heta roja îro siyaseta înkarê û tunekirina netewa Kurd dimeşîne û ev tişt got: "Dewleta Tirk timî derbe ji destê gerîla dixwe. Li her cihekî ku îradeya jin lê hebe wê berxwedanî lir wir be. Dewleta Tirk jî ji îradeya jin ditirse û lewma timî êrîşî jinê dike."