BI DÎMEN

Êrîş nikare zerarê bide xwişk û biratiya gelan

Gelên Ermen, Ereb û Suryan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabûn û diyar kirin ku bi êrîşan wê nikaribin zerarê bidin xwişk û biratiya gelan.

Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser binesaziya Herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 2 hezar û 890 gund bê elektrîk û bê av man. Ji ber êrîşan dibistan sekinîn, nexweş nikarin sûdê ji xizmetên tenduristiyê werbigirin. Şêniyên Ermen, Ereb û Suryan bang li gelan kirin ku li dora Rêveberiya Xweser bicivin.

Ji gelê Ermen Îmad Teteriyan anî ziman ku dewleta Tirk ji ber ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê têk çûye êrîşî sivîlan dike û got, "Dewleta Tirk kengî windahiyan bide, kengî derbeke mezin bixwe êrîşî sivîlan û binesaziyê dike. Êrîş dûrî mirovahiyê ye, bi xwînxwarî ye. Çawa ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û çeteyên xwe li qadên dagirkirî bi cih kirin, dixwazin vê polîtîkayê li tevahiya herêmê belav bikin. Lewma êrîşê dibin ser çavkaniya debarê ya gel, hewl dide bi birçîhiştinê gel koçber bike. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest dan hev û xaka xwe parastin. Polîtîkaya dewleta Tirk a beriya 100 salî û ya niha weke hev e. Polîtîkaya qirkirina Ermenan niha li dijî gelên herêmê dimeşîne. Êrîş ne tenê li hemberî gelê Kurd e, polîtîkayeke şer a giştî li hemberî gelan tê meşandin. Ji ber ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêmeke dewlemend e ku gel, mezheb û olên cuda bi hev re lê ne."

Îmad anî ziman ku Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê hîn bêhtir xizmetê ji gelan re bike û got, "Şert û mercên aboriyê yên herêmê li gorî welatên derdorê baş e, lê belê gelê me di pêvajoyeke zehmet de ye. Rêveberiya Xweser ji bo bersivdana li pêwîstiyên gel divê seferber bibe. Rêveberiya Xweser ji xwe ji gelan pêk tê. Lewma divê bi gel re bibe yek."

DIXWAZIN ZERARÊ BIDIN YEKÎTIYA GELAN

Ji gelê Ereb Delal Hisên jî got, "Dewleta Tirk emîrê DAÎŞ'ê ye" û bi şermezarkirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi axaftina xwe kir. Delal Hisên got, "Êrîş bû sedem ku gelê herêmê ji gaz, elektrîk û avê bêpar bimîne. Bi van êrîşan dixwazin herêmê vala bikin û gelên li dora felsefe û projeya Neteweya Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan li hev kom bûye ji hev belva bikin. Êrîş ne tenê li hemberî binesaziyê bû, di heman demê de li dijî projeya neteweya demokratîk bû. Bi vî rengî dixwazin xeyalên xwe yên Osmanî pêk bînin û zerarê bidin yekîtiya gelan."

Delal Hisên destnîşan kir ku her êrîş dibe sedem ku îradeya wan hîn xurt bibe û got, "Dilsoziya me ya bi azadiyê kûrtir dike. Eger em dibêjin me Şoreşa Rojava pêk anîn, divê em ji êşên giran re jî amade bin. Pêkanîna şoreşekê, ragihandina paradîgmayekê li dijî sîstema dewletê hêsan nîne. Bêguman bi qasî ku em xurt in wê êrîş jî giran bibin. Haya gel ji vê heye. Berxwedana Rêber Apo û gerîla, berxwedan û têkoşîna ji bo gelan e. Hebûna gelan, bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ve girêdayî ye û heta dawiyê em pê re ne."

EM Ê BI XWIŞK Û BIRATIYA GELAN BI SER BIKEVIN

Ji gelê Suryan Bîtrîs Beşîr Basom jî anî ziman ku dewleta Tirk li dijî gelan şer ragihandiye û got, "Êrîşên dewleta Tirk bê exlaq in. Gelan mehkûmî mirinê dike. Êrîşî binesaziya me dike. Gel bi birçîbûnê re rû bi rû dihêle. Gelo ev ne bê exlaqî be hingî çi ye? Parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erka her gelî ye. Êrîşî xaka me dikin, van gelan çi bi dewleta Tirk kirine ku gel qetil dikin? Bi êrîşan nikarin îradeya me bişikînin. Ji ber ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê azadî tehm kirine û wê di vê rêyê de dewam bikin.

Piştî ewqas berxwedan û şehîdan, divê ji me hêvî nekin ku em paşve gavê biavêjin. Ji bo avakirina jiyaneke aram gelan dest dan hev û têkoşiyan. Hebûn û nebûna me bi hev re ye. Em ê xak û mala xwe neterikînin. Ji dijmin heye ku bi birîna elektrîk, av û mazotê wê îradeya me bişikîne. Lê belê me di rêya azadiyê de ewladên xwe şehîd dan. Birçîbûn, tîbûn zehmet jî be em ê li ber xwe bidin û van rojên zor û zehmet bi xwişk û biratiya gelan derbas bikin."