BI DÎMEN

Di salvegera Rêveberiya Xweser de meşeke bi heybet hate lidarxistin

Di salvegera 10’emîn a damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li Qamişloyê meşeke bi heybet û girseyî hate lidarxistin.

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û parastina destkeftiyên gelan û şoreşê, hemwextî salvegera 10’an a damezirandina Rêveberiya Xweser, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê meşeke mezin bi dirûşma "Bi giyanê şerê gel ê şoreşger em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa xwe biparêzin" lidar xist.

Şêniyên bajar, navçe û bajarokên cuda yên kantona Cizîrê; Dêrik, Koçerat, Til Koçer, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Til Hemîs, Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak û Şedadê tevlî meşê bûn ku ji Çerxerêya Osman Sabrî destpê kir û li Stada Şehîdên 12’ê Adarê rawestiya. Li stadê mîtîngek lidar ket.

Pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, wêneyên şehîdan, alên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wêneyên sûcên dewleta Tirk li dijî herêmê, welatiyan û saziyên hatine topbarankirin, hildan.

Li stadê, hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şêro Şero axivî û got: "Projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve rû bi rûyî êrîşên hundirîn û derve bû. Armanca wan êrîşan, têkbirina vîna gel e. Lê belê hevgirtina pêkhateyan li hember êrîşan, bersiva herî guncew bû."

Şero destnîşan kir ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşê dê li ser şopa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin.

Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Kantona Cizîrê Hikmet Hebîb yekitiya gelan silav kir û got: "Bi saya yekitiya pêkhateyan û fedakariyên wan, û baweriya wan bi projeya demokratîk, me destkeftiyên xwe parastin û rêveberiya xwe ava kir."

Hebîb diyar kir ku têkoşîna wan heta dîtina çareseriyeke siyasî ku mafên pêkhateyan dabîn dike û Sûriyeya demokratîk a navendî ava bike, berdewam e.

Hebîb bi berzkirina dirûşmeya "her ne pêş Kurd, Ereb û Suryan her ne pêş" axaftina xwe bi dawî kir.

Li gel berzkirina "Jin, jiyan, azadî" endama Komîteya Jinan a Meclîsa Qamişloyê Henîfe Mihemed axivî û got: "Destkeftî û serkeftinên jinan, civakê û şoreşê, ji ber siyasetên netewdewletê û dijminên demokrasiyê di xetereyê de ne."

Henîfe di dawiyê de got: "Parastina destkefiyan, erka tevahî jinan e ji bo ku mîrasa şehîdan biparêzin."