BI DÎMEN

Serhildana 1925’an li Brukselê tê nîqaşkirin

Di yekem rûniştina konferansa ku li bajarê Bruksel ê Belçîkayê bi boneya 100’emîn salvegera serhildana ku di sala 1925’an de bi pêşengtiya Şêx Seîd pêk hatî de aliyên serhildanê yên dîrokî û siyasî hatin gotûbêjkirin.

Yekem rûniştina konferansa wê rojan bê lidarxistin di bin sernavê ‘’Tevgera 1925’an a Şêx Seîd: Ber bi Berxwedana Kurdistanê ve’’ hate lidarxistin. Di rûniştina yekem de mijarên weke hevsengiyên jeopolîtîk ên serdemê, lêgerînên Kurdan ên azadiyêû bandora hêzên navneteweyî hatin nîqaşkirin.

Moderatoriya konferansê ji aliyê siyasetmedat Dr. Hişyar Ozsoy ve hate kirin û pêşkêşiya ewil jî ji aliyê Prof. Dr. Naîf Bezwan ve hate kirin.

Bezwan da zanîn ku Serhildana 1925’an li gel çar faktorên sereke yên piştî Agirbesta Mondrosê (Şerê Tirk-Yewnanan, dagirkirina Îzmîrê, îdeolojiya tevgera Kemalîst û geşedanên herêmî yên jeopolîtîk) teşe girtiye. Bezwan diyar kir ku hevkariya stratejîk a di navbera Sovyet û Kemalîstan de jî di çewisandina serhildanê de hêz daye rêveberiya Kemalîst. Naîf Bezwan anî ziman ku gelê Kurd ji nû ve bi dorpêçeke jeopolîtîk ya bi vî rengî re rû bi rû ye û rizgarbûna ji wê yekê bes bi tevgerîna hevpar pêkan e.

ROLA ÎNGILÎSTANÊ Û ASTENGIYA WÊ YA LI HEMBERÎ YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Ji axêveran Prof. Dr. Jabar Qadr jî bandora Îngilîstanê ya li Başûrê Kurdistanê analîz kir û diyar kir ku Îngilîstanê bi gelê Kurd re ne pêwendiyên neteweyî yên pragmatîk ên xwe dispêrin eşîrtiyê ava kirine û destnîşan kir ku ev nêzîkatî li pêşiya yekîtiya Kurdan bûye asteng. Prof. Dr. Jabar Qadr destnîşan kir ku polîtîkaya Îngilîstanê gelê Kurd di lîstikên jeopolîtîk ên herêmî de lawaz kiriye.

LI GEL BELGEYÊN ARŞÎVÊ RASTIYA KOMKUJIYÊ

Dr. Derya Bayindir jî bi belgeyên ku bi raporên îstixbara Îngilîstanê û pevnivîsên navneteweyî hatine bidestxistin, li ser malbata Bedirxaniyan aliyên navneteweyî yên Serhildana 1925’an û polîtkayên komkujiyê yên li ser Kurdan ên piştî serhildanê belge kirin. Bayindir bi taybetîjî diyar kir ku di nameya ji Komeleya Netewan re hatî şandin de hûrgiliyên komkujiyên bi komî cih digirin.

POLÎTÎKAYA KOMARÊ YA BÊMILKKIRINÊ

Doç. Dr. Zozan Pehlîvan jî mijara rejîma li ser xakê ya salên ewil ên Komarêlê lêkolîn kir û da zanîn ku bi rêya Qanûna Gundan û sererastkirina bacan gelê Kurd hatiye bêmilkkirin û avaniya bejayî xistine di din çavdêriya îdarî û xwestine tasfiye bikin.

ZEMÎNÊN ENTELLEKTUEL ÊN LÊGERÎNÊN MAFAN ÊN NETEWEYÎ

Nivîskar Ekrem Malbat jî mijara hişmendiya neteweyî ya li gel birêxistinbûnên siyasî, rojname û kovarên ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn hatine weşandin, pêş ketiye nirxand.

Konferans wê bi nirxandina mîrateye dîrokîû siyasî ya Serhildana Şêx Seîd ya girêdayî belgeyên akademîk berdewam bike.