ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Salvegera dagirkirina Efrînê: Bi hezaran kes dagirkerî protesto kirin
Ji ber salvegera destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, bi tevlîbûna hezaran kesî li Hesekê, Til Temir, Şadadê, Til Birak, Hol, Dirbêsiyê, Qamişlo, Girkê Legê, Çilaxa û Tirbespiyê xwepêşandana protestoyî hate lidarxistin. -
'Tevî êrîşan jî em ê xizmetên xwe yên li Rojava dewam bikin’
Hevserokê Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Kantona Cizîrê Silêman Ereb got, "Li gel şer, êrîş û ambargoyê li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo jiyana demokratîk em ê xizmetên xwe dewam bikin." -
Li Minbicê dagirkeran 8 gundan topbaran kirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi çekên giran 8 gundên li bakurê rojavayê Minbicê bombebaran kirin. -
'Bi navê Kurdîtiyê tiştek li Efrînê nema ye, Tirkbûn bi darê zorê tê ferzkirin'
Aktîvîst û hiqûqnas Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk bi zorê Tirkbûnê li ser Efrînê ferz dike û got, ji dema dagirkirinê û vir ve zêdetirî 9000 kes hatin revandin. -
Dewleta Tirk a dagirker gundên Şehbayê bombebaran kirin
Dewleta Tirk a dagirker gundên Şehba û Efrînê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de li gundê Şeale yê Şehbayê ji malbatekê sê kes birîndar bûn. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Serhed Hesekê hate veşartin
Li Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê Serhed Hesekê (Ehmed Murad Hisên) ku dema li ser wezîfeya xwe şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê: Êrîş çiqas zêde bibin jî em ê bi ser bikevin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê êrîşên dewleta Tirk a dagirke şermezar kir û got: “Terora dewleta Tirk çiqas zêde bibe jî wê nekare îradeya me bişkîne; em ê bi ser bikevin.” -
Xelkê Efrîn û Şehbayê li dijî dewleta Tirk daket qadan
Xelkê Efrîn û Şehbayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daket kolanan. -
15 saziyên hunerî, wêjeyî û civakî: Em ê bigihêjin asta serketinê
15 saziyên hunerî, wêjeyî û civakî bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku ew ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û wê bigihêjin asta serketinê. -
Êrîşên li Qamişloyê bi sed hezaran kes bê av hişt
Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser Qamişloyê zêdeyî 450 hezar kes bê av man. -
'Çiqasî êrîş dikin bila bikin, em ê dest ji warê xwe bernedin'
Ji şêniyên Tirbespiyê Asya Cûma bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê û got, "Çiqasî êrîş bikin jî em ê dest ji xaka xwe bernedin û nebin hewcedarê kesî." -
Li Tirbespiyê nêzî 120 hezar kes bê elektrîk û bê av man
Alîkarê Hevserokên Meclîsa Navçeya Tirbespiyê Mizgîn Lezgîn anî ziman ku 120 hezar şêniyên navçeyê ji ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker bê elektrîk û bê av mane. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Dilsoz Degirman li Kobanê hate veşartin
Li Kobanê bi merasîmeke girseyî cenazeyê şervanê QSD’ê Dilsoz Degirman hate veşartin. -
Êrîşên dagirkeriyê li Eyn Îsayê hatin şermezarkirin
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, li Eyn Îsayê bi sedan kes meşiyan. -
Ji 33 partiyên siyasî helwesta hevpar: Êrîş nikare îradeya me bişikîne
33 partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi helwesteke hevpar li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabûn û diyar kirin ku bi êrîşan nikarin îradeya wan bişikînin. -
Meryem El-Îbrahîm: Êrîşên dewleta Tirk dibe sedem DAÎŞ xurt bibe
Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser Meryem El-Îbrahîm, destnîşan kir ku êrîşên deweleta Tirk a dagirker dibe sedem ku DAÎŞ bi taybetî li Kampa Holê bikevin tevgerê û got ku ev yek ji bo tevahiya mirovahiyê xeteriyeke mezin çêdike. -
Dewleta Tirk bombe li 80 navendan barand: Qadên sivîlan hatin hedefgirtin
Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî bombe li 80 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê barand. Di êrîşan de piranî navendên xizmetê, çavkaniyên jiyanê, û qadên sivîlan hatin hedefgirtin. -
Dewleta Tirk êrîş kir, stasyona elektrîkê ji xizmetê derket
Daîreya Enerjiyê ya Kantona Cizîrê ragihand ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker stasyona elektrîkê ya ku elektrîkê dide tevahiya herêmê, bi temamî hilweşiyaye û ji xizmetê derket. -
Hemdan El-Ebid: Dewleta Tirk dixwaze DAÎŞ’ê ji nû ve zindî bike
Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El-Ebid diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser herêmê armanc dike ku DAÎŞ’ê ji nû ve zindî bike û destnîşan kir ku piştî ku derbeyên giran xwar, berê xwe da sivîlan. -
Li Hesekê êrîşî girtîgeha ku çeteyên DAÎŞ’ê lê tên girtin, hate kirin
Li Hesekê di saetên siharê de bi topan êrîşî girtîgeha ku çeteyên DAÎŞ’ê lê tên girtin, hate kirin. -
Êrîşên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bandorê li xwendinê jî dike
Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwendina 890 hezar û 860 xwendekarî di metirsiyê de ye. -
Li Dêrikê tesîsa gazê hat bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker tesîsa gazê ya gundê Girzîro yê Dêrikê bombe kir. -
Bombekirina binesazî û navendên xizmetguzariyê sûcê şer in
Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê di du rojên dawî de eşkere kir. Navendê diyar kir ku ev êrîş sûcên şer in. -
QSD: Îdiayên dewleta Tirk ne rast in
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyên dewleta Tirk a dagirker derewand û ragihand ku di êrîşên dagirkeriyê de tu ziyan negihîştiye wan. -
Li Kantona Cizîrê bi hezaran kes daketin qadan
Li kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran hes li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan.