PYD’ê salvegera 10’emîn a damezrandina Rêveberiya Xweser pîroz kir
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) salvegera 10'emîn a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) salvegera 10'emîn a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi wesîleya salvegera 10’emîn a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de şert, merc û sedemên damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate bibîr xistin û wiha hate gotin: "Dema ku Sûriyeyî dihatin kuştin û koçberkirin, xetereya terorê û rêxistinên terorîst û projeyên parçekirinê zêde dibûn, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate damezirandin."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên siyasî bi pêşeniya PYD’ê rêgezên bingehîn ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirin ku li herêmên din hate pêkanîn piştî ku ji aliyê QSD’ê ve ji terora DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin.
Di daxuyaniyê de roja damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li gelê herêmê hate pîrozkirin û hate diyarkirin ku modela Rêveberiya Xweser, kilîta yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê, piraniya dozên herêmê ye û mafên gelê Sûriyeyê li gor têgeha nenavendîbûnê û demokrasiyê, tevlêkirina her kesî di rêveberiyê de dabîn dike.
Di dawiyê de hate gotin: "Em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin û soz didin ku li ser şopa wan bin heta ku armancên wan pêk bînin û destkeftiyên bi saya wan hatine bidestxistin, biparêzin."