Îdîaya ‘Hîzbullah bi daxwaza Tehranê tevlî şerê Îran-Îsraîlê nebû’

Li gorî rayedareke payebilind ê DYE’yê, di şerê 12 rojan ê di navbera Îran-Îsraîlê de, Hîzbûllah li ser daxwaza Tehranê tevlî şer nebû.

Rayedarê ji rojnameya “The National” re axivî, diyar kir ku Îranê ji mutefîkê xwe yê li Lubnanê xwest ku tevlî şer nebe, sedemê vê yekê jî hêza Hîzbûllahê ya mayî pêdiviya parastinê ye.

Li gorî rayedarê ku navê wî nehate eşkerekirin, ev biryar di encama zextên hem hundir hem jî derve de hate girtin. Rayedar got, “Hêza berxwedanê di bin zextê de ye. Niha hewl dide xwe biparêze.” Destnîşan kir ku eger Hîzbûllah tevlî şer biba, wê Îsraîl êrîşeke hîn mezintir daba destpêkirin.