BI DÎMEN

Li Mannheimê civîna gel hat lidarxistin

Li Mannheimê bi tevlêbûna siyasetmedar Feleknas Uca civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de li ser “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” nîqaş hatin kirin.

Li bajarê Mannheim a Elmanyayê di çarçoveya banga dîrokî ya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê de li ser “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” civîna gel hat lidarxistin. Civîn bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Mannheimê, MLPD, Die Linke û Komîteya Piştevaniya bi Rojava re hat lidarxistin. Gelek Kurd û dostên wan tevlî civînê bûn.

Di civînê siyasetmedar Feleknas Uca axivî û bal kişand bi ser girîngiya pêvajoyê, rêyên çareseriya demokratik û têkoşîna hevpar a gelan. Uca diyar kir ku li Tirkiyeyê mafên nasname, ziman û çanda Kurdan bi salan e tên înkarkirin, cudakarî û zext dewam dikin.

Feleknas Uca bi bîr xist ku di dema wekîltiya xwe ya li Tirkiyeyê de jî rastî tundî û cudakariyê hatibû û wiha got: “Zimanên wekî Kurdî bi fermî nayên naskirin û Kurd ji mafên xwe yên bingehîn bêpar têne hiştin.”

Uca bal kişand ser girîngiya pêvajoya aştiyê ya ku bi banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê dest pê kiriye û got: “Ji ber bombebaran, girtin û zextên li Kurdistanê didomin, pêvajo pêş nakeve.”

Uca bilêv kir ku Rêber Apo 26 sal in li Îmraliyê tê ragirtin û demeke dirêj e nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Uca got ku li Ewropayê gelek sazî û sendîka ji bo rakirina tecrîdê kampanyayan dimeşînin û divê kampanyaya azadiyê ya gerdûnî bêhtir bê xurtkirin.

Çalakî bi muzîka muzîkjena kolanan Fatoş Erekli ya li Mannheimê rastî êrîşa nijadperestekî Tirk hatibû, bi dawî bû.