BI DÎMEN

'Em ê bi piştevaniyê ji van rojên zehmet derkevin'

Şêniyên Qamişloyê dibêjin, ew ê bi piştevaniyê ji van rojên zor û zehmet derkevin û destnîşan dikin ku ew ê dest ji xaka xwe bernedin.

Li taxa Qudurbeqê ya Qamişloyê nêzî 6 hezar û 500 malbat hene. Li taxa ku 7 komun lê hene, 8 firin û dibistanek jî hene. Li taxê elektrîk û av nîne, şêniyên wê jî debara xwe bi piştevaniyê dikin.

Endama taxa Qudurbeqê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Suheyla Şukru û ji şêniyên taxa Qudurbeqê Behiye Hesen ragihandin ku ji ber êrîşên dewleta Tirk şert û mercên jiyanê yên li herêmê giran bûne.

Suheyla Şukru ragihand ku êrîşên dewleta Tirk ne tenê li ser gelekî ye, li dijî hemû gelan e û got, "Êrîşî cihên elektrîk, av û gazê kirin. Li malan ne elektrîk heye ne jî av. Êrîşî nexweşxane û dibistanan dikin. Li hemberî gelan komkujiyan dikin. Dixwazin gelan koçber bikin, lê belê me ev polîtîka koçberkirinê têk bir. Gelê me wê ti carî dest ji cih û warê xwe bernede. Şert û mercên jiyanê yên gel dibe ku zehmet bin. Em zanin ku şert û merc wê hîn girantir bibin, lê belê îradeya me xurt e. Piştî êrîşan ava me qut bû, lê bi derfetên heyî bi saya tankerên avê av tê mala me. Em bê nan, bê av jî bimînin em ê dest ji xaka xwe bernedin. Piştî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê em ê destûrê nedin ku bajarê me bê dagirkirin. Gelê me bi derfetên xwe çavkaniyên debarê ji xwe re afirand, heta em hatin vê astê me gelek zor û zehmetî dît. Dewleta Tirk bombeyan li çavkaniyên debarê dibarîne."

ZAROK Û EXTIYAR NEXWEŞ KETIN

Suheyla Şukru anî ziman ku li her malê zarok û extiyar hene û got, "Pirsgirêka av û mazotê gelekî cidî ye. Serma bandoreke giran li zarokan û extiyaran dike. Hemû nexweş ketin. Zarok ditirsin. Neçar man navberê bidin dibistanê. Timî êrîş li dibistanan tê kirin. Zarok ji dibistanê dimînin. Mirovên me yên bi temen ji xwe gelek pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene. Di vê sermayê de wê bê sobe çawa îdare bikin?

Rêveberiya Xweser her tim piştgirî da gelan. Gel jî piştgiriya hev dike. Gelên Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê polîtîkaya dewleta Tirk kifş kirin. Ji ber vê yekê hêviya gel gel bi xwe ye, zane ku sîstema dewletê dijminê gelan e. Xwedî li hev derdikeve, di rojên zor û zehmet de hev bi tenê nahêlin. Hêzên navneteweyî ji ber ku şirîkê êrîşên dewleta Tirk e bêdeng dimînin. Saziyên qaşo parastvanên mafên mirovan li hemberî komkujiyan bêdeng dimînin. Binesaziya herêmê çavkaniya debarê ya gel e. Dewletên li ser xaka me ne, bêdeng dimînin. Wê demê bila ji xaka me biçin. Zerara gelê me li kesî nîne. Tenê dixwaze bi maf û azadiya xwe bijîn. Yên bêdeng dimînin ji çeteyan cuda nînin, li gel çeteyan e. Gelê me divê bibe yek û bi hev re têkoşîna xwe dewam bike."

DIKANDAR NIKARIN DIKANÊN XWE VEKIN

Behiye Hesen jî pirsa "Çi zeraa elektrîk, av, mazot, matbaa û firnê li dewleta Tirk heye?" pirsî û got, "Cihên ku êrîş li wan hate kirin çavkaniya debarê ya gel bûn. Gel bê elektrîk, bê av hiştin. Yên ku xwe misilman dibînin, misilmantiya wan li ku ye? Cîranên me bê elektrîk man, herdu jî extiyar bûn. Me bi zorê elektrîk dît, xeta elektrîkê ya nû ji cîranê xwe re kişand. Piştî mazot qediya ew ê jî bisekine. Eleketrîka li mala me ji xeta cîranên me hatiye kişandin. Eger cîranên me elektrîka xwe parve nekiribûna, niha jiyana me wê hîn zehmet bûya. Eger misilman bûna, êrîşî gelan nedikirin, gel bê av, birçî nedihiştin. Di nava sermayê de gel wê bê mazot çawa jiyana xwe dewam bike? Mazot bi kê re hebe wê bi kar bîne û piştre wê nemîne.

Eger em mala xwe paqij nekin, xwe neşon em ê nexweş bikevin. Av çavkaniya jiyanê ye. Ne ji bîra avê ya cîranên me bûya em jî bê av diman. Ji bo karibin avê ji bîrê bikişînin em li benda elektrîka jeneratorê ne. Elektrîka jeneratorê jî piştî ku mazot qediya wê nemîne. Gelek kes hene ku nexweş in. Mirovên ku tedawiya diyalîzê dibînin li ber mirinê ne. Pêwîstiya van mirovan bi ava paqij heye. Di ser re êrîşî Navenda Diyalîzê kirin. Nexweşên pişikê li wir diman, nikarin tedawî bibin. Mirovên me dikujin."

Behiye Hesen anî ziman ku ji ber nebûna elektrîkê dikandar nikarin dikanên xwe vekin û got, "Zarok jî nikarin biçin dibistanê. Zarok ji ku zanibin bê şer çi ye? Timî li dibistana xwe dipirsin. Ji dibistanê mane. Di tarîtiyê de aciz dibin. Dixwazin li televîzyonê temaşe bikin, em nikarin televîzyonê vekin. Êrîş ji her alî ve bandoreke neyînî li zarokan dike. Dewleta Tirk ji 7 heta 70 salî êrîşî her kesî dike. Gelên Ereb, Kurd, Suryanî, Ermenî û Çerkes wê bi hev re ji van rojên zor û zehmet rizgar bibin. Dirûşma me ye, 'Ya em ê bi hev re bimirin ya jî em ê bi hev re azad bijîn'. Me dest dan hev, heta ku xaka xwe ji çeteyan paqij bikin, em tî û birçî jî bimînin em ê xaka xwe neterikînin."