Şêniyên Kantona Firatê êrîşên dagirkeriyê protesto kirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Kantona Firatê bi meş û daxuyaniyekê hate protestokirin.

Li navçeya Sirînê ya Kantona Firatê meşek girseyî hate lidarxistin. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî jî beşdarî meşa ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin, bûn.

Rêveberê Meclîsa Sirînê Şeban Ebdurezaq li ser navê çalakgeran daxuyanî da û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike.

Şeban Ebdurezaq got, “Bêdengiya hêzên navneteweyî li hemberî êrîşan, êrîşên li ser herêmê zêdetir dike. Em ê bi ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin bikin û li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bidin. Em ê di rêya şehîdên xwe yên ji bo jiyana azad canê xwe feda kirine de bimeşin.”

Li Kobanê saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser, şaredarî, meclîs, komun û gelek kes hatin cem hev û êrîşên çeteyan şermezar kirin.

Di daxuyaniya li ber santrala elektrîkê ya Kobanê ya ku di 14’ê Çileyê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate hedefgirtin, hate gotin ku ji ber êrîşên dewleta Tirk 360 gund bê ceyran mane. 

Hevserokê Meclîsa Kobanê Mistefa Îto jî got, “Em êrîşên dewleta Tirk ên li ser binesaziya herêmê şermezar dikin. Piştgiriya Wezareta Enerjiyê ya ji bo civaka herêmî hêja ye. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo peydakirina pêdiviyên gelê xwe bidomînin.”

Hevserokê Desteya Enerjiyê ya Kantona Firatê Welîd Cîmen berxwedana gel a li dijî êrîşên dagirkeriyê silav kir. Yek ji rûspiyên êla El Ewn Casim El Casim daxuyaniya hevpar xwend. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Bêdengiya hêzên herêmî û navneteweyî ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û binesaziya wê, dibe sedem ku êrîş zêde bibin. Divê hêzên navneteweyî û rêxistinên alîkariya mirovî desteka pêwîst bidin gelê herêmê."