Li Şamê di êrîşa Îsraîlê de hejmara qurbaniyan bû 12 kes
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de ya li ser Şamê 12 kes hatine kuştin ku pênc jê şêwirmendên Muxafizên Şoreşê yên Îranê ne.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de ya li ser Şamê 12 kes hatine kuştin ku pênc jê şêwirmendên Muxafizên Şoreşê yên Îranê ne.
Êrîşa hewayî ya Îsraîlê 20'ê Çileyê roja Şemiyê li taxa Mazze ya li rojavayê Şamê hate kirin.
SOHR'ê ragihand ku êrîş li ser avahiyeke çar qatî pêk hat ku 'civîna rayedarên alîgirên Îranê' lê bû.
Li gorî Muxafizên Şoreşê yên Îranê di êrîşê de ku 'bi balafirên şer' hate kirin, "5 şêwirmendên leşkerî" û "endamên hêzên Sûriyeyê" hatin kuştin.
YEK JI KESÊN HATIN KUŞTIN ŞEFÊ ÎSTÎXBARATA SÛRIYEYÊ YA HÊZÊN QÛDSÊ BÛ
Medya Îranê ragihand ku yek ji kesên hatin ukştin, şefê îstîxbaratê yê Hêza Qûdsê yê ji operasyonên derve yê Îranê berpirsyar General Sadik Omîdzade jî hebû. Ev agahî hîn bi rengekî fermî nehatiye piştrastkirin.
Îranê Îsraîl weke berpirsyar dît û ragihand ku wê tolê hilîne.
Li gorî SOHR'ê piştî ku du cesedên din ji binê xirbeyan hate derxistin, hejmara qurbaniyan bû 12 kes. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 5 şêwirmendên Îranî, 4 Sûriyeyî, 2 Lubnanî û yek jê Iraqî di êrîşê dehatin kuştin.
Îsraîlê hefteyên derbasbûyî li Sûriyeyê rayedarekî payebilind ê Îranî û li Lubnanê jî berpirsyarekî payebilind ê Hamasê kuştibû.
Ji sala 2011'an dema destpêkirina Sûriyeyê û vir ve Îsraîlê li hemberî Hîzbûllah a Lubnanê, hêzên alîgirê Îranê û artêşa Sûriyeyê bi sedan êrîş kir.
Îsraîl kêm caran berpirsyariya operasyonên li Sûriyeyê li xwe digire. Îsraîl îdîa dike ku ew ê nehêle Îran hebûna xwe ya li Sûriyeyê berfireh bike.