BI DÎMEN

'Kameraya min ji dîrokê re da ispatkirin ku em hene'

Rojnamevan Dîcle Ehmed ku yek ji wan rojnamevanan bû şerê Kobanê ji cîhanê re ragihand, qala wê demê kir û got, "Bi hevalên xwe yên rojnamevan re me bi hezaran serpêhatî ji raya giştî re ragihand. Me got, em Kobanê bernadin û me berneda."

Lehengiya li Kobanê ku ji bo rizgariya ji çeteyan fedakariyeke mezin kir, bi keda gelek rojnamevanan ji raya giştî re hate ragihandin. Yek ji wan rojnamevanan jî Dîcle Ehmed bû, ku qala wê demê kir.

Dîcle Ehmed got, "Di sala 2013'yan de êrîşî Kobanê kirin, gelek caran jî êrîş kirin, lê hemû êrîş ji aliyê şervanan ve hatin pûçkirin. DAÎŞ'ê Reqa û Minbic dagir kir û Sirîn û Kobanê jî bi temamî dorpêç kirin. Di 14'ê Îlonê de bi çekên ku ji Tûgaya 93'yan yên ku ji hikûmeta Şamê û Mûsilê desteser kiribûn, êrîşî li Kobanê kirin. Dewleta Tirk a dagirker di vê êrîşê de rasterast piştgirî da van çeteyan. Hemû deriyên xwe ji rêxistina terorîst a Daê re vekir û sînorên di navbera Tirkiye û Cerablûs û Girê Spî de  ku di destê DAÎŞ’ê de bûn, bi temamî ji wan re vekirin, cebilxane û piştgiriya lojîstîk ji aliyê dewleta Tirk ve ji wan re dihat dayîn. 

Di şeva 14’ê Îlonê de çeteyên DAÎŞ’ê ji aliyê başûr û rojhilatê Kobanê ve êrîşî gundê Talkê yê rojavayê Kobanê kirin û ji her aliyê Kobanê ve êrîşên xwe yên hov pêk anîn. Çeteyên birîndar derbasî Tirkiyeyê kirin û li wir hatin dermankirin. Çeteyên DAÎŞ`ê gihiştin bajarê Kobanê ku beriya wê 25 kîlometre ji aliyê rojavayê Kobanê û ji aliyê Sirînê ve jî 30 kîlometreyan dûr bûn, lê bi hovîtiya xwe gihîştin bajarê Kobanê.

Berxwedana mezin a ku 12 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Dibistana Serzorî nîşan dan, bû derba yekem ku di şerê Kobanê de ku li DAÎŞ’ê xistin û li wir yekem car DAÎŞ têk çû. Dibistana Serzorî bi qasî 20 kîlometreyan li dûrî bajarê Kobanê ye û şervanên li wê eniyê digotin: “Çi dibe bila bibe, nabe ku Kobanê bikeve bin kontrola DAÎŞ’ê.” Bi wê rihê fedayî DAÎŞ yekem car têk çû. 

Li dibistana biçûk bi berxwedana gundê Serzorîyê berxwedana Kobanê dest pê kir. Ruhê têkoşînê û fedayîtiya şervanan bû sedema bilindkirina têkoşîna şerê Kobanê. Li wê dibistanê efsane hatin nivîsandin. Kobaniya biçûk şervanên xwe wisa di nava xwe de xwedî kir ku  şervanan bi wêrekî li hemberî mirinê berxwedaneke bêhempa nîşan dan û serkeftin jî misoger kirin. Piştî berxwedana 22 rojan, çeteyên DAÎŞ'ê di 5’ê Cotmehê de gihiştin Miştenûrê û di berxwedana Girê Dolê de careke din DAÎŞ têk çû. Têkçûna DAÎŞ’ê bi pêşengiya Şehîd Êrîş û Şehîd Zozan pêk hat ku wan lingên xwe girê dan û li hemberî tangên çeteyan bi çekên xwe yên herî biçûk li ber xwe dan. Ew têkoşîn ji ku hatiye? Di wê demê de min digot ku qey ez li cîhanekî din im. Dema ku agahî ji me re dihat, ez li hemberî nûçeyê matmayî dimam û min digot ku gelo ez ê çawa bi peyvan wan berxwedêran derxim pêş û qala wan bikim. Lê li Girê Dolê du giyanên ku bûbûn mertal hebûn, du giyanên ku ji bo avakirian jiyaneke azad lingê xwe girê dabûn, hebûn. Tu gotin û peyv nedikarî berxwedaniya wan pênase bike.  

Çeteyên DAÎŞ'ê yên terorîst plan dikirin ku di nava 3 rojan de nimêja Cejna Qurbanê li Kobanê bikin. Beriya ku çete derbasî Kobanê bibin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li her kesî kir û seferberî îlan kir. Kurdistanî û dostên wan ji her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê ber bi sînorê Kobanî ve herikîn û me dît ku gelê Bakurê Kurdistanê bi destên xwe têlên li ser sînorî birîn û derbasî Kobanî bûn. Gel ji deriyê sînorî yê Murşid Pinarê derbas dibûn û gihîştin Kobanî.  Bi hezaran ciwan ji bo beşdarbûna şer derbasî Kobanê bûn û digotin ku  Kobanê ne bi tenê ye. Çend Şervan hê ku çenteyên wan li ser milên wan û dixwestin derbasî Kobanê bibin, li ser sînor şehîd bûn. Dema ku mirov li goristana Şehîd Dicle dinêre dibîne ku bi sedan goren şehîdan yên bê nav hene. Gelek  ji wan beriya ku  ava Kobanê vexin şehîd bûn.  Ji her netewê û li seranserê cîhanê mirovan berê xwe dan Kobanê. Li goristana Kobanê ciwanên ji her çar parçeyên Kurdsitanê û cîhanê hene û di xeweke giran de ne.   Banga Rêber Abdullah Ocalan bandoreke mezin kir, bi hêz û coşa banga Rêber Apo re têkoşîna şervanên Kobanê xurttir bû, şervanan li ber xwe dan û bi ser ketin.  Her ku diçû çete tengav dibûn. Bi sedhezaran çete li herêmeke biçûk li dijî şervanan bi awayekî hovane şer dikirin û  tevî vê yekê jî berxwedaneke dîrokî ya bêhempa derket holê. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî bi rihê fedayî yê Apoyî li ber xwe dan. Kobanê ku biçûktirîn bajar e lê belê  mezintirîn berxwedan li wir hat nîşandan."

Rojnamevan Dîcle Ehmed da zanîn ku wan weke rojnamevanan heya astekê di şerê Kobanî de cih girtin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Wê demê gelek rojnamevanan dixwestin ku derbasî Kobanê bibin  lê belê dewleta Tirk a dagirker rê nedida wan. Em bi xwe gelek bi şans bûn ku em li eniyên şerê Kobanî bûn, me şahidiya vê berxwedana dîrokî kir û kêm be jî me hewl da ku rastiya berxwedana Kobanê ji cîhanê re ragihînin. Li Kobanê rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê têkçûnek bû ji bo dewleta Tirk a dagirker.  Ji ber vê yekê dewleta dagirker têkçûna DAÎŞ`ê qebûl nekir û heya îro jî qebûl nake. Dewleta Tirk a dagirker niha êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Hewl dide ku dîsa DAÎŞ’ê li herêmê aktîf bike, ew yek jî nîşanî me dide ku dewleta Tirk dagirker têkçûna xwe ya li Kobanê ji bîr nekiriye."

Dîcle Ehmed bi van gotinên der barê berxwedana Kobanê de axaftina xwe bi dawî kir: ‘’Li her kolanê, kamereya min a wêneyan li pişta min ya vîdeoyan di destê min de bû û  li her derê min kameraya derdixist û berxwedana Kobanê ji raya giştî re radigand. Min  her gav ji xwe re digot; Kobanê biçûk e lê dilê wê mezine.  Min tim di dilê xwe de Kobanê hembêz dikir. Min 134 rojan li Kobanê bi rêhevala xwe bi kameraya xwe li ber xwe da. Baran hebû,  şert û mercên hewayî dijwar bûn, xwarin tune bû  lê dîsa jî têkoşîna me dirêj bû. Tenê ew kamera di destê min de û min kenê li ser rûyê şervanan, dîlana azadiyê, tilîliya YPJ’ê û barîna guleyan digirt. Bi her dîmenekê jî min nûbûyînek hîs dikir. Min tim li strana: ‘Em nadin Kobanê guhdar dikir.’ Min jî soz da xwe û min digot ku em nadin Kobanê û me neda. Em bi ser ketin û me li kolanên Kobanê dîlana azadiyê jî gerand.’’