Meşa li hemberî dagirkeriyê: Berxwedan wê serkeftinê bîne

Li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Kantona Cizîrê li Til Birak û Dêrazorê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyê de peyama ku wê dagirker li hemberî tekoşînê têk biçin hate dayîn.

Li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, bertek û nerazîbûn zêde dibin. Li navçeya Til Birakê ya kantona Cizîrê, bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl, leşker, partî û rûspiyên êlên herêmê ji Çerxerêya Firinê meşiyan.

Meşê li pêşiya Çerxerêya Hêzên Ewlekariyê rawestiya. Li wir hevserokê Meclisa Navçeya Til Birakê Ebdurehman El Salih axivî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

El Salih wiha got: "Dewleta Tirk bi van êrîşan siyaseta birçîkirin û koçberkirinê li dijî welatiyên herêmê dimeşîne. Dixwaze gel li dijî rêveberiyê derxe û fitneyê di navbera pêkhateyan de biafirîne."

El Salih bêdengiya civata navneteweyî li hember êrîş, sûc û kiryarên terorîst ên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin û bang li hêzên garantor kir ku firaşê li desthilata hikumeta dagirker bikin da ku rê li pêşiya van kiryarên dermirovî bigirin.

Her wiha El Salih bang li pêkhateyên herêmê kir ku bi hev re li hember êrîşan bisekinin û heta azadiyê bi dest dixin, têkoşînê berdewam bikin.

DÊRAZOR

Li kantona Dêrazorê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji pêşiya Çerxerêya Şehîdan a bajarokê Sewa meşiyan. Bi sedan şênî tevlî meşa ciwanan bû.

Meş li dawiya Kolana El Mezad rawestiya. Li wir bi navê Tevgera Ciwanan Elî El Ehmed axivî û got êrîşên li dijî herêmê li dijî gelên herêmê ne, da ku wan koçber bikin.

El Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk ji ber tirsa ji projeya gelên herêmê, êrîşî herêmê dike. Li hember wan êrîşan, El Ehmed soz da ku têkoşîn û berxwedana ciwanan berdewam bike û dê bi vîna gelên herêmê êrîşan têk bibin.