BI DÎMEN

Şehîdên meha Çileyê li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Şehîdên şerê Kobanê û meha Çileyê bi pêxistina mûman li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Di 26'ê Çileyê de Kobanê ji destê terora DAÎŞ’ê ya ku di 14'ê Îlonê de êrîş kiribûn hat rizgarkirin. Kobanê 134 roja li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe da û hat rizgarkirin. Îro bi sedan gelên ji Kantona Firatê, rêveberên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan ji bo bîranîna şehîdan berê xwe dan Goristana Şehîd Dicle û şehîd bi bîr anîn. 

Piştî deqekê rêzgirtinê, Hevseroka Meclîsa Malbatê Şehîda a Kantona Firatê Eyşe Efendî axivî. Eyşe Efendî got ku heta ku Kobanê rizgar bû wan li ber xwe dan û ev tişt anî ziman: “Em salvegera rizgarkirina Kobanê li her çar parçeyê Kurdistanê pîroz dikin. Di nava berxwedaniya Kobanê de 119 şehîd hatin dayîn. Em vê rojê li Rêber Apo pîroz dikin. Bi hêviya dayikan, bi hêza şervanan û hêviya zarokan me Kobanê rizgar kir. Em ê van destkeftiyên xwe jî biparêzin û herêmên dagirkirî jî azad bikin."

Piştre li ser gorên şehîdan fin hatin vêxistin.