BI DÎMEN

Şêneyên Qamişloyê bi merasîmeke girseyî şehîd Mehmûd Derwêş veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Derwêş li bajarê Qamişloyê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Şêniyên bajarê Qamişloyê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Derwêş ê ku di encama bombebarana balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî wesayîtekê li ser rêya Qamişlo û Hesekê de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo bi merasîmek girseyî veşart.

Di merasîma veşartinê de bi sedan şêniyên Qamişlo, endamên Kongra Îslama Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Saziyên Civaka Sivil, Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD) û Meclîsa Malbatên Şehîdan amade bûn. 

Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşê, li ser navê meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma Casim axivî. Casim, bal kişand ser fedekariya şehîdan ji bo walatê xwe û got, ”Bi saya berxwedana şehîdan, em gihiştin vê asta serkeftinê. Em sersaxiyê ji malbata şehîd Mehmûd re dixwazin. Şehadet xwedî wateyek mezin e. Mirov nikare wê lehengiyê bi çend hevokan bîne ziman.”

Hevserokê Desteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê Kenan Berekat jî, diyar kir ku dewa wan ji bo doza azadiyê dest bi têkoşînê kirine, di ferqa berdêla wê de bûne û wiha axivî, “Axa welatê me bi xwîna şehîdan hatiye avdan, ji ber wê em ê ti carî têkçûnê nepejrînin. Em ê xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin û li ser xeta wan têkoşînê berdewam bikin.” 

Berekat, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên hovane yên li dijî binesaziyên herêmê jî bi bîr xist û wiha got, “Armanc şikandina îradeya gel e û bi darê zorê dane koçberkirine. Lê divê bê zanîn gel li vir e û li ber xwe dide, wê li dijî her cure êrîş jî sekna xwe ya berxwedêr raber bike. Em ji hemû malbatên şehîdan re sersaxî dixwazin û bi taybetî ji malbata şehîd Mehmûd Derwîş re. Em dibêjin; me çawa bi berxwedanî dest pê kir, em ê vê berxwedanê bi serkeftinê ve tacîdar bikin.” 

Endamê Kongra Islama Demokratîk Casir Mihemed jî di merasîmê de axivî û wiha got, “Li ser navê Meclîsa Kongra Îsalama Demokratîk em sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd Derwêş re dixwazin. Şehîd tişta herî giranbuhaye ku mirov ji bo welat xwe feda dikin. Ji ber wê jî çeqas em behsa lehengiya wan bikin jî em nikarin bigihêjin asta berxwedaniya wan.”  

Xalê şehîd Mehmûd Derwîş jî, şehadeta Mehmûd Derwêş li hemû gelê kurd pîroz kir û got, “Em bi şehadeta Mehmûd Derwêş serbilind in.”  

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin. 

Cenazeyê şehîd Mehmûd Derwêş bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ya Qamişlo hate veşartin.