ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
*Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê werin şopandin.
*Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî û got: "Gelê Kurd wê vê pêvajoyê bi serketî bi pêş bixe û têkoşîna ku ji serdema Şêx Seîd heta roja me bi bedelên mezin hatiye dayîn wê bi encam bibe û hesreta azadiyê bi dest bixe."
*Bahadir Altan ê tevlî konferansa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a li Amedê di navbera 21 û 22’yê Hezîranê de bi şîara “Rêya Diçe Aştiyê: Bîr û Edalet” hat lidarxsitin bû, diyar kir ku rêya aştiyek bi rûmet dirêj e û got: “Divê dewlet gavên şênber biavêje.”
*Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan anî ziman ku sedemê nêzîkatiya giran a burokrasiya dewletê ew e ku ti temînata yasayî ya pêvajoyê nîne û got: “Temînata yasayî şert e.”
*Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafan û zext bi awayekî zêde dewam dikin. Zext û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, tenê bi girtiyên siyasî re sînordar namîne. Girtiyên edlî jî armanca binpêkirinên mafan û zextan in.
*Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
*Çalakiyên xizmên girtî û windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê wê bên şopandin.
*Di 22’ê Gulana 2007’an de çalakiya fedayî ya Erdal Andok a li Enqereyê, mîrateya Zîlan hilgirt û di Têkoşîna Azadiya Kurd de li dijî faşîzmê bû manîfestoya tolhildanê.