Şêniyên Minbicê di sersaxiya Zelal Zagros de li hev kom bûn

Civaka Jinê ya Zenûbiya ji bo şehîd Zelal Zagros sersaxî danî.

Şêniyên kantona Minbicê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantonê, komîte û saziyên wê, meclisên sivîl ên kantonê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan, partî, rûspiyên êlan tev li merasîmê bûn. Merasîm li hola Meclisa Rûspiyan a Minbicê li dar ket. 

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê Huda El Ebdullah axivî û got: "Şehîd serbilindiyên neteweyan û hêviyên pêşerojê ne. Ji bo parastina welêt û azadiyê, canê xwe feda kirin û navên xwe di rûpelên dîrokê de xêz kirin.”

Hûda wiha domand: "Şehîd Zelal, rêvebereke bêhempa û mînaka lehengiyê û fedakariyê bû. Jiyana xwe di oxira parastina welatê xwe û jinan de xerc kir, dawiyê di vê rêyê de piştî têkoşîna 31 salan şehîd bû."

Huda soz da ku rêya şehîd Zelal û tevahî şehîdan bişopînin ta ku serkeftinê bi dest bixin, civakeke demokratîk li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan û ewlehiyê û aştiyê pêk bînin.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a kantona Minbicê Sîham Hemo got: "Zelal, xwedî rihê berpirsyariyê bû, wefadar û dilsoz bû. Bê westan hewldanên mezin kirin. Rolek di avakirina meclisên sivîl li bajarê de di destpêka rizgarkirinê de lîst."

Sîham wiha berdewam kir: "Zelal ji her kesî nêz bû, şênî jê hez dikirin ji ber ku bi wan re saf bû ji ber wê hate hedefgirtin. Em baş dizanin ku dewleta Tirk û tevahî pergalên sozdest, jinên têkoşer û yên di rizgarkirina civakê ji koletiyê û zordestiyê de xwedî rol in dike hedef."

Di dawiyê de Sîham soz da ku bi rihê şehîdan rêya wan temam bikin, destketiyên şoreşê biparêzin, dev ji doza xwe bernadin û heta civakeke ku edalet û wekhevî lê serwer e ava bikin, wê têbikoşin.