Komxebata koçberiyê bi dawî bû

Komxebata ˊKoçberî û koçberkirin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sedem encam, pêşniyar û tedbîrˊ bi encamname û pêşniyarên bidawîkirina koçberiyê û pêşxistina koçberiya berovajî, bi dawî bû.

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) têkildarî mijara koçberiyê û rêbazên sekna li hemberî wê, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo komxebatek li dar xist. Rûniştina duyemîn a komxebatê bi nîqaşan dewam kir. Di rûniştinê de girîngiya zanabûna civakî, fikrî û perwerdehî hat nîqaşkirin. Her wiha di rûniştinê de li ser tedbîrên aborî û rola saziyên siyasî, civakî, ewlehî û qanûnî di bidawîkirina koçberî û koçberkirinê de hat kişandin.

Endamê Navenda Stratejîk a Suryanî Malik El Esmer rûniştin bi rê ve bir, di rûniştinê de endamê NRLS'ê Welîd El Şêx, nivîskar û lêkoler Ebdulwehab Pîranî û bi rêya Zoomê lêkolerê aborî Çeleng Omer beşdar bûn.

Welîd El Şêx da zanîn ku pêwîstî bi sekna li hember siyasetên zilmê û şerê li dijî nasnameya çandî, fikrî û civakî ku rejîmên çewsîner ên Kurdistan dagir kriine, heye.

El Şêx bang li wêjevan, rewşenbîr û saziyên rewşenbîrî kir ku rola xwe di pêşxistina nasnameya nîştimanî de bilîzin û li dijî terora fikrî û nijadperestiyê bisekinin.

Di beşa duyemîn a rûniştinê de, Ebdulwehab der barê rola saziyên siyasî, rewşenbîrî û qanûnî de di rêgirtina li ber koçberiyê de wiha axivî: " Tevgera Azadiya Kurdistanê xwedî li erkê xwe derket û ciwan hembêz kirin, ciwan beşa civakê ya herî zêde koçber dibin."

Li aliyekî din jî lêkolerê aboriyê Çeleng Omer bal kişand ser tedbîrên aborî ku pêwîst e Rêveberiya Xweser wan bigire da ku rê li ber koçberiyê bigire û got: "Pêwîst e Rêveberiya Xweser piştgiriyê bide qada aborî ya berhemdar di serî de qada çandiniyê. Her wiha pêwîst e pîşesaziyê bi pêş bixe da ku ev qad bigihîjin asta xwetêrkirinê."

Omer diyar kir ku dive bi rêya çasksazkirinên siyasî û aborî bi beşdariya civak û beça teknoqiratiyê û avakirina pergala hesabxwestinê, gendelî were bidawîkirin.

Di dawiya komxebatê de daxuyaniyek hat xwendin.

Encamname:

Diyardeya koçberî û koçberkirinê metirsiyê dide ewlehiya mirovî û hebûna civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Koçberkirina bi darê zorê ya ku hêzên dewleta Tirk a dagirker û çekdarên girêdayî wê li deverên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin, sûcên dermirovî ne, wek sûcên qirkirina komî, sûcên şer, binpêkirina pîvan û qanûnên navneteweyî tê pênasekirin.

Divê koçberiya bi darê zorê ku dewleta Tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê li dijî şêniyên resen li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin were şermezarkirin.

Pêşniyar:

Ev pêşniyar ji bo raya giştî, saziyên Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ne:

Bang li Rêveberiya Xweser dikin ku ji bo krîza debarê û karesata ziwabûnê bersiveke kalîte bide, tevahî civakê, zanyar, aborînas, sendîqe û yekitiyên pîşesazî beşdar bike da ku rewşa debarê baş be.

Bang li aliyên muxalifî Rêveberiya Xweser dikin ku rexneyên avaker bikin û xîtaba nefretê di aliyê siyasî ya herêmê de bi dawî bikin.

Bang li saziyên hiqûqî, alîkarî, nevneteweyî dikin ku bi berpirsiyariyên xwe rabin û ji bêdengiya xwe ya li hember zêdegavî û binpêkirinên li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, derkevin.

Bang li keç û xortên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku koçber nebin, bi xaka xwe ve girêdayî bin û bang li penaberan dikin ku vegerin warê xwe.

Divê navendên fikrî û zanistî yên taybet bi lêkolînên koçberiyê û belgekirina proseyên koçberiyê ji kesên pispor werin avakirin.

Bang dikin ku qanûnên Rêveberiya Xweser derdixe pêk werin, bi taybet ên der bare têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya microvan da ku koçberî were sînordarkirin.