Cenazeyê Şehîd El Beyid hat veşartin

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî-Asûrî Elî Salih El Beyid yê di 26’ê Çileyê de li Til Temîrê şehîd bibû, li Goristana Şehîdên Asûrî li Hesekê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî-Asûrî Elî Salih El Beyid (Severus) yê di 26’ê Çileyê de li Til Temîrê şehîd bibû, li Goristana Şehîdên Asûrî li Hesekê hat veşartin. Di merasîmê de wêneyê şehîd hatin hildan û dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Di merasîmê de Hevseroka Partiya Suryanî ya Kantona Hesekê Meha Şabir axivî û got: "Em îro şehîdê di oxira me de canê xwe daye oxir dikin, ev şehadeta mezin e."

Yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Abjar Nuhumu axivî û wiha got: "Em li ser soza xwe ne, em ê xaka xwe rizgar bikin û projeya demokratîk pêk bînin. Şehîd Severus di pêkanîna erkên xwe li eniyên pêş li dijî terorê û dagirkeriyê de dudilî nebû, xwedî dilekî mezin ê hezkirina welat û gelê xwe bû."

Endama rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdên Suryan-Asurî Beha Binjamin axivî û wiha got: "Fedakariyên şehîdan di oxira parastina xak û gelê xwe û şerê li dijî tevahî rêxistinên terorîst û çeteyan de didin dê bikevin rûpelên dîrokê. Ji ber ku wan fedakariyan tevahî pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir yek."

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd li Goristana Şehîdên Asûrî li Hesekê hat veşartin.