Ji ber êrîşên dagirkeriyê firin jî nikarin baş bixebitin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker elektrîk qut bûye, ji ber ku aş bi rêk û pêk naxebitin û pirsgirêka sotemeniyê heye, firin jî bi têrkerî kar nake.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker elektrîk qut bûye, ji ber ku aş bi rêk û pêk naxebitin û pirsgirêka sotemeniyê heye, firin jî bi têrkerî kar nake.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk pirsgirêka elektrîk û avê rû da, şêniyên herêmê bi zor û zehmetî nan bi dest dixin.
Yek ji xizmetên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gel re dike, firin e. Firina Qamişloyê firina herî mezin a bajêr e. Rojê 27 ton ard bi kar tîne, nêzî 31 hezar kîs nan amade dike. Yanî nêzî 279 hezar nan lê dixe. Ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêm bê elektrîk ma û ji ber êrîşa li ser navendên sotemeniyê jî pirsgirêka sotemeniyê rû da. Ev yek bandorê li karê firinên li herêmê dike. Lewma dibe sedem ku nan bi zehmetî bi destê şêniyên herêmê bikeve.
EM ZANIN KU ÊRÎŞ WÊ DEWAM BIKIN
Berpirsyarê Firina Qamişloyê Abdulmelek Şello û berpirsyarê vardiyayên li firinê Mihemed Emîn Xelef ji ANF'ê re axivîn. Abdulmelek Şello anî ziman ku Firina Qamişloyê 24 saetan bi du vardiyayan bi 138 kesan dixebite û got, "Êrîşên dagirkeriyê ne tenê vê mehê hatin kirin. Yanî nû nîne. Şêniyên herêmê her tim di bin êrîşên dagirkeriyê de jiyana xwe dewam dike. Ji bo firinan tedbîrên me hene, ji ber ku em zanin wê êrîşên dewleta Tirk dewam bikin. Li firinê 138 kes dixebitin, kedê didin. Ev êrîş şert û mercên kar giran dike. Ev mirov debara malbata xwe dikin, zarokên wan hene. Êrîş yekser li dijî ked, nan û jiyana gel e. Weke gel em ê sekna xwe ya li dijî êrîşên dewleta Tirk dewam bikin, dibe ku rojên zehmet li benda me bin. Her mirovekî me, her welatparêzekî me wê têbikoşe û xwedî li ked û nanê xwe derkeve."
EM NEÇAR IN KU NAN LÊXIN
Mihemed Emîn Xelef jî anî ziman ku êrîş li ser binesaziya herêmê hate kirin, elektrîk niha bi rêya jeneratorê tê peydakirin û got, "Ji ber ku jenerator timî dixebitin, xera dibin. Dema xera dibin jî em bi rojan li benda çêkirina wan e. Bi vî rengî divê em karê firinan nesekinînin û nan ji bo gel lê bixin. Elektrîk nebe aş jî nahêre. Bi vî rengî pêwîstiya me ya bi ard jî peyda nabe. Lewma em neçar dimînin ku firinan bisekinînin. Dixwazin ked û nanê gel tune bikin. Bi êrîşan dixwazin karê saziyan rawestînin, lê tevî her tiştî em jiyana xwe dewam dikin."