BI DÎMEN

Li Kampa Holê qonaxa sêyemîn a Operaseyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ destpê kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qonaxa sêyemîn a “Operaseyona Mirovî û Ewlehî” li Kampa Holê da destpêkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) qonaxa sêyemîn a operasyona "Mirovî û Ewlekariyê" li dijî şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê yên li kampa Holê da destpê kirin.

Fermandariyê debarê mijarê de li Kampa Holê daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Hesen daxuyanî bi zimanê Erebî, Berdevka YPJ’ê Rûken Cemal jî bi zimanê Kurdî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên ewlekarî û leşkerî di salên borî de hemû barên têkildarî rêgirtina li ber zêdebûna metirsiya terorî li kampa Holê û kêmkirina hovîtiya çalakiyên terorîstî yên ku şaneyên DAÎŞ’ê li dijî nişteciyên kampê pêk tînin, hilgirte ser milê xwe. Ev yek ruxmî kêmbûna asta baldariya hêzên navnetewî ku diviyabû bi berpirsyartiya xwe ya derbarê vê dosyaya xeter de rabin, pêk hat.

Di dema derbasbûyî de, çeteyên DAÎŞ’ê tevger, çalakî û şaneyên xwe di nava kampê de zêde kirin. Ev zêdekirin jî hemwextî mijûlbûna hêzên leşkerî û ewlehî di bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî rejîma Sûriyê de pêk hat. Lewma van çeteyan gelek çalakiyên tirsandin û kuştinê pêk anîn; her wiha zext li ser niştecihên kampê kirin û alîkariyên mirovî yên weke pêwîstiyên tendurustiyê şewitandin, nehiştin bi aramî bigihêjin hundirê kampê. Bi vî rengî hewl dan ku hawîrdoreke gûncaw ji bo şaneyên terorî ava bikin, zêdetir zarokan beşdar bikin û bi riya jinên DAÎŞ’î yên ku ji bo vejandina DAÎŞ’ê roleke aktîf dileyîzin, zarokan li ser fikrên radîkal û tund perwerde bikin. Her wiha planên xwe yên revandin û derxistina tevlîheviyan di nava kampê de zêdetir kirin da ku ewlehiya kampê têk bibin.

Li gel van kiryaran, gelek mikurhatinên şaneyên DAÎŞ’ê ku di demên dawî de hatibûn girtin, piştrast dike ku çeteyan bi fermanên yekser ji serçeteyê xwe plan kirine ku ji derve bi rêka pêwendiya bi tevgerên şaneyên di hundir de êrîşî kampê bikin. Ji xwe hîn jî Kampa Holê weke hedefa sereke û amûra propagandaya DAÎŞ’ê ye û di hemû weşanên xwe de vê bikar tîne.

Lewre, weke berdewamiya têkoşîna me ya giranbiha û erkên me yên exalqî û mirovî ji bo pêşîlêgirtina li ber vê yekê, weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a ku di pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de beşdar dibe û bi piştgiriya hêzên Hevpeymana Navnetewî ya şerê li dijî DAÎŞ’ê, em qonaxa seyemîn a operaseyona “Mirovî û Ewlehî” li Kampa Holê radigihînin.

Ev operasyon wê endamên şaneyên DAÎŞ’ê û zuhakirina dorhêlên wan, girtina kesên xirabkar ku di nav wan de berpirsên êrîşên terorîstî û hevkarên wan jî hene, her wiha kesên ku fikrên radîkal û tund di nava zarokan de belav dikin, hedef bigire.

Weke hêzên operasyonê yên ku di salên dirêj ên têkoşînê de li hember terorê, bi hêz û disiplîna xwe, xwe îspat kiriye û di vî warî de me gelek bedel dane, em girêdana xwe ya bi qanûn û peymanên mafên mirovan, tekez dikin. Nemaze em girêdana xwe ya bi qanûnên ku mekanîzmaya ewlekariyê yên li hemberî jîngehên weke Kampa Holê ku şaneyên terorîst xwe tê de bi cih dikin û ji bo çalakiyên xwe bikar tînin, rêxistin dike, nû dikin.

Ji xwe wê hêzên me hemû erkên ku dikeve ser milê wan ji operasyon û tedbîrên ewlehiyê yên bilez an jî demdirêj ji bo têkbirina xeteriya terorê li ser herêmê û gelê wê, pêk bîne.”