BI DÎMEN

Cenazeyê şehîd Birusk Zendûra bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Bi sedan ji şêniyên Kantona Firaê ji bo veşartina cenazeyê şehîd Birusk Zendûra berê xwe dan goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê.

Bi sedan ji şêniyên kantona Firatê, sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, malbatên Şehîdan ji bo veşartina cenazeyê şervanê YPG'ê Şehîd Birusk Zendûra (Mihemed Osman) ku di 2'yê Çileyê de li Dêrazorê dema li ser erka xwe şehîd bû, berê xwe dangoristana Şehîd Dîcle û cenazeyê şehîd spartin axê.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Adil Hecî axivî û got: "Şervanê me çeka xwe rakirin û soz dan ku kes wê nehêlin ti kes destê xwe bavêje destkeftiyên me. Civaka Kurd her tim serî hilda û berdêl da û em bi ser ketin jî. Xwestin civakê tune bikin, qetîlama pêk bînin û demografiya herêmê biguherin. Lê em ê civaka azad pêk bînin."

Rêveberiya Desteya Kar û Barê Civakî ya Meclîsa Reqa Medenî Elî Şiêb axivî û diyar kir ku ew ê li dijî her êrîşa li dijî destkeftiyên wan bibin bersiv û bi ser bikevin.

Endama Çand û Hunera Baqî Xido Leyla Ehemd jî ev tişt got: “Cangoriyên me li hemberî zihniya desthilatdar berxwedanî kirin. Wê doza azadiyê bi ser bikeve.”

Piştre jî nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê şehîd bi berzkirina dirûşmeyan hat veşartin.