Li Dêrazorê ji bo Zelal Zagros merasîma bîranînê hat lidarxisin

Ji bo jina Kurd a şoreşger Feryal Silêman Xalid (Zelal Zagros) a li Dêrazorê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de xwestin dewleta Tirk a ku pêşengên jin ên Kurd hedef digire, bê cezakirin û  soza dilsoziya bi şehîdan re hate dayîn.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê ji bo jina Kurd a şoreşger Feryal Silêman Xalid (Zelal Zagros) ku li Kerkûkê ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin, li bajarokê Kîsra yê Dêra Zorê merasîmek sersaxiyê li dar xist.

Di merasîmê de Hevseroka Meclisa Herêma Rojava Şeyma El Elî axivî û wiha got: "Em şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li hember fedakariyên wan ditewînin. Em serê tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û malbata şehîd û fermandar Zelal Zagros sax dikin."

Şeyma wiha domand: "Ew hewl didin kesayetên têkoşer mîna şehîd Zelal Zagros ku di oxira azadî û rûmetê de canê xwe daye, têk bibin."

Şeyma wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em soz didin ku li ser rêça şehîd heta pêkanîna serkeftinê bimeşin."

Li aliyekî din jî hevseroka Yekitiya Giştî ya Rêxistinên Civaka Demokratîk Nûr El Hisên axivî û wiha got: "Hevrê Zelal Zagros zêdetirî 30 salî di oxira pêkanîna mafên gelê Kurd, azadiya jinan û pêxistina wan di tevahî aliyên jiyanê de bi taybet di qadên şer de têkoşiya. Bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer bû. Şehîd sembola berxwedan û têkoşînê bû."

Nûr bêdengiya hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî têkoşeran şermezar kir û got divê sûcdar werin cezakirin.

Endama rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Dêrazorê Sewsen El Mihemed axivî û soza wefadariya bi fedakariyên şehîdan û şopandina rêça wan da.

Merasîm bi teqeziya li ser hevgirtinê û girêdana bi xakê xwe û parastina destkeftiyên şehîdan bi dawî bû.